AMED - Abdulazîz Ok piştî 32 salên girtîgehê hate berdan.
Abdulazîz Ok, di sala 1993’yan de li Amedê hate binçavkirin û piştre jî Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbedê lê birî. Ok, piştî 32 salan hate berdan. Di van 32 salan de Ok li gorî rêzê li girtîgehên Amed, Bartin, Kandira, Bolu, Şirnêx û Wanê de hate ragirtin. Herî dawî jî Ok sewqî Girtîgeha Tîpa L a Panosê hatibû kirin. Diviyabû Ok di sala 2023’yan de bihata berdan lê bi hinceta ku “poşmantî” qebûl nekiriye û bi hinceta cezayên hucreyê, tehliyeya wî hat taloqkirin. Ok, di 7’ê Nîsanê de hate berdan. Piştî tehliyeyê, Ok derbasî gundê xwe Tilelo yê girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê bû.