ENQERE - Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî xwestin têkildarî krîzên aboriyê yên piştî sepanên dijdemokratîk rû dayin, li Meclisê komîsyona lêkolînê were avakirin.
Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, diyar kirin ku pirsgirêkên aborî yên Tirkiyeyê ku salên dirêj e didome hêj kûrtir bûye û pêşnûmeyeke lêkolînê dan Meclisê. Di hinceta pêşnûmeyê de bal kişandin ser krîza aboriyê ya dawî û jiholêrakirina teamulên demokratîk û gotin ku xetereyên li ser aboriyê mezintir bûne.
Her wiha hate gotin ku piştî operasyona 19’ê Adarê ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, sermaye ji welêt derketiye û bi vê yekê re xetereyên li ser aboriyê mezintir bûne.
‘NEÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD 3 TRÎLYON DOLAR E’
Di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên demokrasiyê barekî giran li ser aboriya welat çêdike û wiha hate gotin: “Tenê bedela neçareserkirina pirsgirêka Kurd û şerê zêdetirî 40 sal in didome, weke 3 trîlyon dolar hatiye hesabkirin. Di çaryeka sala 2024’an de Berhema Salane ya Nesafî ya Navxweyî (GSYH) weke 1,3 trîlyon dolar hatiye hesabkirin. Ev yek nîşan dide bê ka neçareserkirina pirsgirêka Kurd ku di heman demê de pirsgirêka demokrasiyê ye, barekî çiqas mezin dixe ser milê gel.”
DI BORSAYÊ DE 2 TRÎLYON TL WINDA NE
Hat diyarkirin ku bi Operasyona 19’ê Adarê re barê li ser aboriya Tirkiyeyê hêj bêhtir hatiye girankirin û wiha hate gotin: “Zirara Borsayê derketiye 2 trîlyon TL’an, ‘sermayeya biyanî’ ku îktîdar gelek girîngê pê dide ji welat derket û hinek fîrmayên mewdûatê jî ji mafên xwe yên di borsayê de feraxat kirin û ji piyasaya Tirkiyeyê derketin. Ji 7’ê Nîsanê ve 43 milyar dolar ji rezervên dovîzê kêm bûye û her ku diçe bêhtir kêm dibe. Weke encam, sepanên dijdemokratîk derbekî giran li aboriya Tirkiyeyê dixe. Bi vê boneyê, ji bo were lêkolînkirin bê ka biryarên siyasî yên dijdemokratîk bi aboriyê çiqasî daye windakirin û fatûreya vê bedelê li kîjan derdorên civakî hatiye birîn, em dixwazin di bin sîwana Meclisê de komîsyoneke lêkolînê wer avakirin.”