ÎZMÎR - Dayika Denîz Poyrazê Fehîme Poyraz ji ber enfeksiyona kezebê rakirin nexweşxaneyê.
Dayika Aştiyê Fehîme Poyraz ku keça wê Denîz Poyraz di êrişa 17’ê Hezîrana 2021’ê ya li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hatibû qetilkirin, ji ber enfeksiyona kezebê rakirin nexweşxaneyê. Fehîme Poyraz mehek berê emeliyatên kezeb û pankreasê bûbû û piştî enfeksiyonê girtî dîsa rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku tedawiya Poyraz a li Beşa Lênihêrîna Awarte ya Nexweşxaneya Dewletê ya Bozyakayê didome.