AGIRÎ - Hîvzullah Mûtlû piştî 31 salan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê serbest hat berdan.
Hîvzullah Mûtlû ku di sala 1994'an de li Elihê hat girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ve cezayê muebedê lê hat birîn, 31 sal şûnde ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê hat berdan.
Piştî Mûtlû ji girtîgehê derket bi hinceta “leşkerî nekiriye” wî birin Fermandariya Cendirmeyan a Panosê. Mûtlû piştî kar û barên wî yên li Fermandariya Cendirmeyan qediya li vir hat berdan û ji aliyê xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin.
Mûtlû yê ku diviyabû di Nîsana 2024'an de bihata berdan ji ber ferzkirina "poşmaniyê” qebûl nekiribû ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve berdana wî du caran hatibû taloqkirin.