WAN - Saadet Oklu ya ku di pevçûnan de 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dane diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got: "Me wekî aliyê kurd her tişta ku ketiye ser milê me, me kiriye. Niha jî dora dewletê ye ku gav bavêje."
Bandora “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de bi raya giştî re hat parvekirin didome. Ji DYA heta Çîn, ji Ewropa heta Efrîqayê gelek welatên cîhanê ev bang pêşwazî kirin û bang li Tirkiyeyê kirin ku bikeve nava liv û tevgerê. Malbatên ku di pevçûnan de zarokên xwe winda kirine jî daxwaz dikin ku dewlet û hikûmet demildest gavên berbiçav bavêje.
Ji ber zextan Saadet Oklu di salên 1990'î de neçar ma ji navçeya Silopiya ya Şirnexê koçî Wanê bike. Saadet Oklu di dema şer de di dîrokên cuda de kurê wê Vedat Oklu (Tolhildan Zêwkî) û keça wê Dîlan Oklu (Arîn Tolhildan) jiyana xwe ji dest dam. Saadet Oklu got: "Eger aştî hebûya, me zarokên xwe winda nedikirin."
Kurê Saadet Okluyê yê bi navê Vedat Oklu di 8'ê Nîsana 2021'ê de li herêma Bestayê ya Şirnexê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da. Saadet Oklu, got: "Polîsan nehiştin ez kurê xwe kefen bikim. Kurê min xistin torbeyê cenazeyan û wisa definkirin." Keça Saadet Okluyê, Dîlan Oklu jî di 16'ê Hezîrana 2024'an de li Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Saadet Oklu got ku hêj cenazeyê keça xwe wernegirtiye.
Saadet Okluyê diyar kir ku di salên 2012-2013'an de polîsan bi ser mala wan de girtiye û çek spartine serê wan û got: "Bi hinceta 'PKK'yî li malê ne' avêtin ser mala me. Êrişî zarokên min kirin û îşkence li me kirin. Piştî serdegirtinê kurê min Vedat tevlî PKK'ê bû. Vedat got, 'Li vir zilm heye.' Wê demê DAIŞ'ê êrişî Kobanê dikir û dilê me hemûyan li wir bû. Vedat di sala 2013'an de çû. Dîlan jî piştî birayê xw ebi salekê çû. Wê jî bandor ji şerê Kobanê girt. Her du zarokên min ji ber zilma li ser kurdan û ji ber înkarkirinê çûn."
Saadet Oklu diyar kir ku Vedat Oklu li Kobanê şer kiriye û got ku di dema şer de cara yekem kurê xwe di televîzyonê de dîtiye. Saadet Oklu anî ziman ku kurê wê ji bo gelê Şengalê li dijî DAIŞ'ê biparêze şer kiriye û got: "Di wê demê de komkujiyeke mezin li ser gelê Şengalê hat kirin. Li wê derê zilm û komkujî li gel dihat kirin. Kurê min di sala 2021'ê de, keça min jî di sala 2024'an de jiyana xwe ji dest da. Ger aştî hebûya, ger mafê kurdan û azadiya wan bihata dayîn dê zarokên me jiyana xwe ji dest nedaba. Em bi salan e ji bo aştî û azadiyê diqîrin. Her cara ku me destê aştiyê dirêj kir kesî negirt. Dawiya eşr tune ye. Em ne ji ber tirsê em ji ber ku li dijî şer in aştiyê diparêzin."
Saadet Okluyê gotina Devlet Bahçelî ya “Divê tecrîd bê rakirin û mafê hêviyê bê bicihanîn” bi bîr xist û got: “Piştî daxuyaniya Bahçelî em bi hêvî bûn û gotin ‘dewlet êdî gav avêtiye’. Ji wê daxuyaniyê heya niha Bahçelî tenê ew tişt gotiye. Heya niha desthilatê tu gav neavêtiye. Çima hê jî êriş tên kirin û zarokên me tên bombebarankirin. Em heya dawiyê destekê didin banga Abdullah Ocalan. Em bawer dikin ku wê aştiyê bîne. Ev jî bi rakirina tecrîê û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e."
MA / Rûken Polat - Mazlûm Engîndenîz