NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Şoxan Mîrza diyar kir ku tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî êrişên ser Herêma Federe ya Kurdistanê didomin û anî ziman ku ji bo sekinandina êrişan berpirsyartî dikeve ser milê hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. PKK’ê jî di 1’ê Adarê de bersiv da bangê û di vê çarçoveyê de agirbest ragihand. Li rexekî nîqaşên ser banga dîrokî didomin û li rexa din jî tevî biryara agirbestê jî êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber didomin. Lê tevî ku bi ser bangê re zêdetirî 40 roj derbas bûne jî dewleta tirk heta niha tu gavên şênber neavêtiye. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku tevî biryara agirbestê jî Tirkiyeyê di meha Adarê de 11 hezar û 585 caran êrişî wan kiriye. Li gorî nûçeya ANF’ê; HPG’ê duh di daxuyaniya dawî de got ku di navbera 5-9’ê Nîsanê de dewleta tirk 849 caran herêm bombebaran kiriye.
Rojnameger Şoxan Mîrza a ku li herêmê geşedanan ji nêz ve dişopîne têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
'HÊVIYEKE MEZIN ÇÊBÛ'
Rojnameger Şoxan Mîrza anî ziman ku bangawaziya Abdullah Ocalan li herêmê di nava gel de hêviyeke mezin çêkiriye û got: “Ev bangawazî di serdemeke ku Rojhilata Navîn û cîhan ber bi aloziyeke mezin ve diçe hate kirin. Ji ber şerên dawî, li seranserî cîhanê gelek komkujî hatin kirin. Şerê sermayedaran didome. Êrişên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê jî ji sala 2015'an heta niha berdewam dikin. Beriya wê jî bi hemû şêwazî êriş li ser vê herême dikirin. Ev êrişên ku bi salane li ser xaka Başûr didomin bandoreke gelek mezin li ser gelê Başûr dike. Rêber Apo ji bo aştî û çareseriyê bang kir û xwest bingeha wê ya qanûnî û siyasî bê avakirin. Dewleta tirk bi xwe jî bang kir ku Rêber Apo bê parlamentoyê, gotinên xwe bike û nexşereya xwe ya çareseriyê diyar bike. Hevdîtinên şande û malbatê yên bi Rêber Apo ji hemû kesên azadîxwaz, aştîxwaz re hêviyeke mezin çêkir.”
'BI ÇEKÊN GIRAN ÊRIŞ DIKE'
Bi domdarî Şoxan Mîrza da zanîn ku PKK’ê piştî banga dîrokî agirbest ragihand lê Tirkiye tevî agirbestê jî bênavber bi çekên kîmyewî û qedexekirî êrişî herêmê dike. Mîrza, got: “Dewlet tirk ji bo çareseriyê tu gavên cidî neavêt. Di Cejna Remezanê de êriş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ev êriş hêj didomin. Li herêma Behdînayê bi hemû çekên giran êriş dike. Ev helwesta dewleta tirk nezelaliyekî çêdike. Ji aliyekî qala aramiyê tê kirin û aliyên din jî dewleta tirk dev ji qirkirinên xwe yên siyasî bernade. Siyaseta xwe ya nijadperestiyê didomîne. Ji Başûr heta Rojava, dewleta tirk êrişî her derê dike. Gumanên gel hene ku dewleta tirk di vê pêvajoyê de ne dilsoz e. Li dijî vê helwesta Tirkiyeyê nerazîbûn hene û divê dewleta tirk bi lezginî gavên mezin biavêje.”
'DESTÛRÊ NADIN GEL BIÇIN SER MILKÊ XWE'
Rojnameger Şoxan Mîrza bi lêv kir ku li Behdînan û Biradostê leşkerên tirk destûrê nadin xelkê herêmê biçe gundên xwe û got: “Dewleta tirk li Behdînanê baregehên xwe çêkirine. Şeniyên Behdînan û Biradostê dixwazin biçin ser axa xwe û lê leşkerên tirk wan asteng dikin. Dewleta tirk feraseta xwe ya nijadperest û faşîzan didomîne. PKK dibêje,’heke ku ev êrişe bidomin em ê bersiv bidin.' Dewleta tirk dixwaze gelê Kurd bê parastin bimîne û ji ber wê jî her carê qala çek danîna PKK'ê dike. Helwesta PKK'ê jî li dijî wan diyare. Gelê Kurd bi xwe jî dibîne ku PKK'ê gav avêtiye û berpirsyariya ku ketiye ser milê wan kiriye. Lê yê ku gav neavêje dewleta tirk e.”
'ERKEKÎ MEZIN DIKEVE SER MILÊ HIKÛMETA FEDERE'
Şoxan Mîrza, bal kişand ser hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya li başûrê Kurdistanê û axaftina xwe wiha qedand: “Şandeyê li vir hevdîtin kir û Başûr jî piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê ragihand. Lêbelê dewleta tirk heta niha jî êrişên xwe didomîne û gavan naavêje. Lê rayedarên hikûmeta Başûr li dijî êrişan bêhelwest in. Lêbelê erkekî mezin dikeve ser milê wan ku van êrişan bidin sekinandin. Heke ku ev êriş berdewam bikin bêguman dê zirar û ziyan mezin bibin. Bi giştî 50 sale dewleta tirk êriş dike. Lêbelê êdî taqatê wan jî nema û ber bi aloziyeke mezin ve diçin. Ji ber wê van êrişan ne ji bo başiyê ji bo xerabiyê dike. Yê ku ji van êrişan sûd bigire tune ne.”