ENQERE - Di kana madenê ya li navçeya Beypazariyê de hezaz çêbû û 13 karker birîndar bûn.
Di Kana Madenê ya Çayirhanê ya li Taxa Hirkatepe ya navçeya Beypazari ya Enqereyê hezaz çêbû. Li gorî daxuyaniya Walîtiya Enqereyê, di hezazê de 13 karker birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa karkerekî giran e.
Gelek komên agirkujî, tenduristû, cendirme, AFAD û UMKE’yê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 2 karkerên ji kanê hatine derxistin û mudaxileya ewil hatiye kirin, sewqî Nexweşxaneya Bajar a Bîlkentê û 11 kes jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Beypazariyê.