AMED - Parêzerên ÎHD û OHD’î diyar kirin ku berdana girtiyên nexweş ji bo pêvajoya heyî jidil pêş bikeve dê bibe gaveke cidî.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, beşek jê rewşa wan giran bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehên Tirkiyeyê de ne. Pirsgirêka girtiyên nexweş ku veguheriye pirsgirêkeke hiqûq û mafên mirovan, di çareseriya pirsgirêka Kurd de weke gavekî girîng tê dîtin.
Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî pêvajoyê û rewşa girtiyên nexweş ji ajansa me re axivîn.
ROLA ATK’Ê
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Amedê Yûsûf Erdogan diyar kir ku bi tedawînekirina girtiyên nexweş, nedayina dermanan, derengbirina revîrê, kelemçekirina destên wan a di dema muayeneyê de û hwd. re mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin. Erdogan, got: “Ji bo girtiyên nexweş neyên berdan di Qanûna Hejmar 5275’ê de gelek astengî hene. Rayeyên zêde yên dayin dozger û Saziya Tipa Edlî (ATK) çendek ji van astengiyan e. Bi taybet jî rayeyên ATK’ê pir zêde ne. Mixabin dema girtiyekî nexweş ji nexweşxaneyeke baş rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ev rapor bes nake ku were berdan. Divê ATK rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ bide. ATK berevajî nexweşxaneyan raporan amade dike û nahêle girtî bê berdan. Mimkin nîne girtiyek gikare li girtîgehê tedawî bibe. Ji destpêkê heta niha daxwaza me ew e ku li gorî raporên nexweşxaneyan bên berdan.”
'MEWZÛATA QANÛNÎ BI TEMAMÎ GUHERÎ’
Erdogan, anî ziman ku ATK serbixwe û bêalî nîne û wiha pê de çû: “Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî îdareya girtîgehê bi îdiaya ‘ji bo ewlehiya civakê gef e’ nehişt hin girtiyên nexweş bên berdan. Piraniya wan jî yan di girtîgehê de mirin an jî demekî kin piştî berdanê. Daxwaza me ya sereke ew e ku mewzûata qanûnî bi temamî were guherandin û ATK nekare bi tena serê xwe biryarê bide û raporên nexweşxaneyan jî esas bên girtin. Mijara girtiyên nexweş piranî di dema nîqaşên çareserî, aştî û demokratîkbûnê de tê axaftin. Lê divê em mijar derveyî pêvajo û hevdîtinan were destgirtin. Heke pêvajoyeke aştî û çareseriyê bibe, divê ji ewil girtiyên nexweş bên berdan. Ev yek dê jidilbûna aliyan jî nîşan bide.”
'DIVÊ MEKANÎZMAYÊN SERBIXWE HEBIN’
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Amedê Mevlût Çelîk jî destnîşan kir ku Xala 2’yemîn a PMME’yê mafê jiyanê misoger dike û got: “Pêşermerca çareseriya vê pirsgirêkê ew e ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin. Cihê herî zêde binpêkirinên mafan lê tên kirin, girtîgeh in. Binpêkirina herî mezin jî pirsgirêka girtiyên nexweş e. Mafê hêviyê mafê herî girîng e û divê bêşert û merc bê cîbicîkirin. Raporên ATK’ê yên ‘dikare di girtîgehê de bimîn’, raporên siyasî ne û li dijî rêgezên tenduristî û hiqûqê ne. Divê mekanîzmayên li gorî rêgezên tenduristî û hiqûqê biryarê didin bên avakirin.”
SOYDAN AKAY TERKÎ MIRINÊ TÊ KIRIN
Çelîk, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Soydan Akay û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Soydan Akay cezayê xwe temam kiriye û rewşa wî gelek cidî ye. Tevî vê jî tehliyeya wî 4 caran hatiye taloqkirin. Ev mînak bi tena serê xwe nêzikatiya li dijî girtiyên nexweş radixe ber çavan. Divê Soydan Akay yekser bê berdan lê tehliyeya wî tê taloqkirin û ATK raporên neyînî dide. Ev jî nîşan dide ku bi aşkerayî terkî mirinê tê kirin. Serokkomar, di 30’ê Adarê de bi hinceta ‘rewşa nexweşiya domdar’ ji bo 10 girtiyan biryara efûyê derxist. Ev girîng e lê divê dema vê rayeya xwe bi kar tîne, ferq û cudahiyê di navbera girtiyan de neke.”
DIVE TAVILÊ BÊ BERDAN
Çelîk, got ku mijara girtiyên nexweş divê li gorî pêvajoyên siyasî nebe û axaftina xwe wiha qedand: “Mijareke cidî û girîng e. Di pêvajoyeke qala çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin de gavên erênî yên ji bo girtiyên nexweş, berdana wan û guhertina muwzûatê dê ji bo pêşketina jidil a pêvajoyê gavên cidî bin. Ji bo çareseriya pirsgirêka girtiyê nexweş, divê tavilê dev ji sepanên keyfî berdin û girtî yekser bên berdan. Divê hemû saziyên civaka sivîl û her kes balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel