NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê di biryara xwe de banga Abdullah Ocalan “erênî” nirxand û zexta darazê ya li ser rojnamegeran û lêpirsîna der heqê ÎBB’ê de jî rexne kir.
Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Tirkiye weke “mijara lezgîn” xist rojeva xwe. Civîn duh hate lidarxistin. Di civînê de girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû û zextên li ser çalakvanên li dijî vê daketin kolanan hatin nirxandin.
Ji îktîdar û muxalefetê 18 parlamenter ji Tirkiyeyê tev li meclisê bûn. Pêşnûmeya biryarê ya ji hêla Parlamenterê Awûstûryayî Stefan Schennach û Parlamenterê Ingilîz Lord David Blencathra ve hatibû amadekirin, ji bo dengdayînê hate pêşkeşkirin. Li gorî nûçeya Euronews'ê, pêşnûme bi 90 dengan hate qebûlkirin.
Di belgeyê de rexneyên giran li Tirkiyeyê dihatin kirin. Hat ragihandin ku MPKE ji ber bûyeran “bifikar e” û ev nirxandin hate kirin: “Bi boneya armancên siyasî hewldan heye ku muxalefet were bêzarkirin, xebatên bên astengkirin, piranîparêzî were tepisandin û azadiya nîqaşên siyasî bê bisînorkirin.”
Her wiha hate gotin ku çalakvan bi awayekî neheq tên binçavkirin û girtin, hêzên ewlekariyê pir zêde hêzê bi kar tînin, muameleya nebaş û binpêkirinên mirovan li dijî binçavkiriyan tên kirin û ev yek hate şermezarkirin.
ZEXTÊN SER ROJNAMEGERAN
Di heman demê de ji bo rojnamegerên binçavkirî û girtî jî wiha hate gotin: “Rojnameger û saziyên medyayê, protesto û bûyer jî di nav de, divê di mijara çêkirina nûçeyên de azad bin û ji ber çêkirina nûçeyan neyên cezakirin û tacîzkirin.”
BANGA DÎROKÎ
Her wiha di belgeyê de qala “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate kirin. Banga Ocalan “erênî” hate nirxandin.