STENBOL - Li gel biryara ‘îxlalkirinê’ ya DMME’yê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hişyariya ‘biryara navberê’ da û banga Devlet Bahçeli derbarê ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan de ti gav nayê avêtin. Rêxistinên maf û hiqûqî amadekariyan dikin da ku hişyariyek nû pêşkêşî komîteyê bikin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15 'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û di 29'ê Hezîrana heman salê de cezayê îdamê lê hat birîn. Lê belê nerazîbûnên li dijî komployê, têkoşîna hiqûqî ya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, pêvajoya endametiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Tirkiyeyê ku di sala 2001'ê de dest pê kir, pêşî li bicihanîna cezayê îdamê girtin.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, piştî ku Dadgeha Yargitayê cezayê îdamê erê kir, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê di 21’ê Mijdara 2000’an de biryara ‘darvekirinê’ da û di 14’ê Kanûna 2000’an de biryar da dibe ku daxwaza Abdullah Ocalan bê qebûlkirin.
Dema pêvajo didomiya, li Tirkiyeyê jî cezayê îdamê hat rakirin. Di sala 2001'ê de cezayê darvekirinê bi şertên ‘sûcên ji bilî tehdîda şer û sûcên terorî’ hate rakirin û di 3'ê Tebaxa 2002'an de jî ‘ji bilî sûcên ku di rewşên şer de hatine kirin û gefa şer a nêz e’ cezayê darvekirinê hate rakirin. Di 7'ê Gulana 2004'an de bi guhertina xalên li ser cezayên îdamê ji Destûra Bingehîn hatin derxistin. Di 14 'ê Tîrmeha 2004'an de xalên têkildarî cezayên îdamê ji Qanûna Ceza ya Tirk hatin derxistin. Bi vî rengî cezayê îdamê bi temamî ji hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê hate rakirin.
Daîreya Mezin a DMME’yê di 12’ê Gulana 2005’an de biryar da ku doza Abdullah Ocalan adil nîn e û daxwaza darizandina jinûve kir. Lê belê Tirkiyeyê red kir ku Abdullah Ocalan jinûve bê darizandin.
Li Tirkiyeyê, heta sala 2002 'an nepêkan bû ku girtiyek heya dawiya temenê xwe li girtîgehê bê hiştin û mafê bi şert serbestberdanê hebû. Lê belê pratîka ‘hepskirina heta bi hetayê’ ya piştî cezayê li Abdullah Ocalan hatiye birîn, di nava pratîka înfazê ya Tirkiyeyê de cih girt. Piştre hin xal jî di nav de ev pêkanîn cihê xwe di Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) de girtin.
ZÊDEYÎ 4 HEZAR GIRTIYAN ELEQEDAR DIKE
Li dijî vê cezayê ‘hêviya’ serbest berdana Abdullah Ocalan, Buroya Hiqûqê ya Asrinê serî li DMME’yê da. Di sala 2014’an de DMME’yê di bin navê "Ocalan 2" de biryar da ku cezayê muebetê yê girankirî yê li ser Abdullah Ocalan, xala 3. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ku êşkence û muameleya xerab qedexe dike binpê kiriye. Her wiha tekez kir ku qedexekirina destlênedayînê binpêkirina "mafê hêviyê" ye
Bi vî rengî ‘mafê hêviyê’ ket rojeva Tirkiyeyê û di mehên dawî de di nava rojevên sereke yên welêt de cih girtiye.
Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî di civîna koma heftane ya 22’ê Cotmeha 2024’an de xwestibû ku derbarê ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan de sererastkirinên qanûnî bên kirin. Bahçelî bi şertê ‘tasfiyekirina rêxistinê’ ev daxwaz kiribû.
Mafê ku Bahçelî hewl dide bike mijara bazariyê, tenê Abdullah Ocalan eleqedar nake. Ji bilî Ocalan, zêdeyî 4 hezar girtiyên bi cezayê giran ê muebbetê û cezayê muebetê hatine birin eleqedar dike û ev mafniha jî tê îxlalkirin.
KOMÎTE CARA YEKEMÎN DI ROJEVA XWE DE CIH GIRT Di sala 2015
Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan bê pêkanîn gelek hewldan hatin kirin. Di vê çarçoveyê de, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) ku ji şopandina bicihanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e, cara yekemîn di sala 2015'an de biryara 'îxlalkirinê' xist rojeva xwe. Tirkiyeyê di 24'ê Tîrmeha 2015'an de 'Plana Çalakiyê' pêşkêşî komîteyê kir. Di plana çalakiyê de hat îdîakirin ku biryara DMME’yê bi wergera xwe ji hemû dadgehan re hatiye şandin û ev biryar bi vî rengî hatiye bicihanîn. Lê belê di pratîkê de biryara DMME’yê bi cih nehat anîn.
SERLÊDANÊN PARÊZERAN
Piştî sala 2015'an têkildarî biryara 'îxlalkirinê' gelek serlêdan hatin kirin. Parêzerên Abdullah Ocalan di 6'ê Hezîrana 2016'an de cara yekemîn der barê ‘mafê hêviyê’ de serî li Desteya Wezîran dan. Li dû vê yekê serlêdanên 12'ê Cotmeha 2017'an, 2'ê Sibata 2018'an, 28'ê Çileya 2019'an, 9'ê Tebaxa 2022'an û 26'ê Çileya 2023'an hatin kirin. Di her 6 serlêdanan de ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan hat rojevê û ji Tirkiyeyê hat xwestin ku gavên pêwîst biavêje.
SERLÊDANA YEKEM SAZIYÊN CIVAKÎ KIR
Saziyên civakî yên sivîl jî di 26'ê Tîrmeha 2021'an de yekem car têkildardî 'mafê hêviyê' serî li komîteyê dan. Di serlêdanê de ku ji hêla Komaleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ve hate kirin de hate xwestin ku komîte biryara 'îxlalkirinê' bi 'lezgîn' bixe rojeva xwe.
JI TIRKIYEYÊ BERSIVA 'ÎXLALKIRIN' NÎNE!
Tirkiyeyê di 7'ê Îlona 2021'an de bersiva Komîteya Wezîran a serlêdana ku ji aliyê rêxistinên maf û hiqûqî ve hatiye kirin da. Di bersiva Tirkiyeyê de hate gotin ku ji sala 2009'an û vir ve li Îmraliyê 'ti binpêkirin nehatiye kirin'. Tirkiyeyê tespît û pêşniyarên ji bo sererastkirina qanûna cezayên muebetê yên giran, ji nedîtî ve hat. Tirkiyeyê di teblîxatên xwe yên dîrokên cuda de ev îdîa parast.
QEBÛL KIRIN KU OCALAN MÛAF HATIYE HIŞTIN
Tirkiyeyê di 7’ê Cotmeha 2021’an de teblîxateke duyemîn pêşkêşî komîteyê kir û heman îdîayên xwe parast. Ji sala 2009’an û vir ve Tirkiyeyê îdia kir ku li Îmraliyê ti ‘binpêkirin’ çênebûye, encam û pêşniyarên der barê bicihanîna ‘mafê hêviyê’ û ‘guherînên zagonî yên ji bo rejîma darvekirina cezayên muebbetê yên giran’ hatin paşguhkirin. Her wiha qebûl kir ku Abdullah Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ muaf hatiye hiştin. Di plansaziyên çalakiyê de ku Kanûna 2022'an û Tîrmeha 2024'an pêşkêş kiribû, Tirkiyeyê jî îdîayên xwe yên berê parastibû.
BERSIVA SAZIYÊN CIVAKÎ
Di 12’ê Cotmeha 2021’ê de rêxistinên sivîl ên eleqedar li hemberî bersiva Tirkiyeyê ya ‘binpêkirin tune’ 7’ê Îlona 2021’an danezanek pêşkêşî komîteyê kiribûn. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ev îdîa şaş in û tecrîd dewam dike.
DEM DAN TIRKIYEYÊ
Li ser serlêdana rêxistinên maf û hiqûqî, ango piştî civîna 6 salan Komîteyê ‘mafê hêviyê’ di navbera 30’Ê Mijdar û 2 'ê Kanûna 2021'an de xist rojeva xwe. Heyetê biryara xwe ya meha Kanûnê eşkere kir û ji Tirkiyeyê xwest ku bêyî dereng bikeve tedbîrên pêwîst bigire. Her wiha ji rayedarên Tirkiyeyê hat xwezstin ku herî dawî heta îlona 2022’an têkildarî tedbîran agahî bide komîteyê.
JI SAZIYÊN CIVAKÎ SERLÊDANA DUYEMÎN
Di 31’ê Tîrmehê de OHD, TÎHV, ÎHD, TOHAV, Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfazê ya Cezayê de (CÎSST) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) li ser biryara ku hatiye dayîn, teblîxateke nû pêşkêşî komîteyê kirin. Di teblîxatê de banga ‘sererastkirinên qanûnî yên pêwîst’ hat kirin.
PIŞTÎ 3 SALAN JI NÛ VE HAT DESTGIRTIN
Piştî ku 3 sal di ser hevdîtina xwe ya 30'ê Mijdar-2'ê Kanûna 2021'an re derbas bû, Komîteyê 'mafê hêviyê' ji nû ve xist rojeva xwe. Komîteyê piştî 3 salan ragihand ku ew ê di civîna xwe ya 17-19'ê Îlona 2024'an de ‘mafê hêviyê’ bixin rojeva xwe.
Komîteyê di civîna xwe ya navbera 17-19 'ê Îlonê de biryarên binpêkirina DMME’yê piştî 3 salan careke din xist rojeva xwe û daxuyaniyek da.
'DIVÊ MEKANÎZMA BÊ AFIRANDIN'
Nûnerên komîteyê bi sernavê ‘Koma Gurban/Tirkiye’ biryara îxlalê xistin rojevê. Nûnerên komîteyê biryarên îxlalkirinê yên DMME’yê yên der barê cezayê muebbetê yê girankirî de bi bîr xistin. Wekîlan bi awayekî îhtîmala ku endamên komê (Abdullah Ocalan jî di nav de) ji biryara îxlalkirinê mûaf bê girtin. Di biryarê de hate diyarkirin ku wekîl "(...) ku peydakirina binpêkirineke bi vî rengî nikare bê famkirin ku derfeta serbestberdana nêz ji bo daxwazkaran tê dayîn, lê belê tîne bîra wan ku ji bo rayedar li gorî pîvanên ji aliyê dadgehê ve hatine destnîşankirin, divê mekanîzmayeke lêkolînkirinê bê avakirin."
HIŞYARIYA BIRYARA DEMKÎ
Di beşa ‘Tevdîrên giştî’ ya biryarê de 4 xal hatin rêzkirin:
" * Careke din bi bîr xist ku pêkanîna van biryaran pêwistî bi pejirandina qanûndanînê an jî tedbîrên din ên guncaw heye da ku mekanîzmayeke ku piştî demeke kêmtirîn ji bo lêkolînkirina cezayên giran peyda bike û derfeta berdanê pêşkêş bike, ji bilî ku şert û mercên ceza û îtirafê hê bi temamî bi cih nehatine an jî ew kes hê jî ji bo civakê xetere ye;
* Fikaran nîşan da ku ji bo vê armancê ti pêşketin çênebûye, ji tecrubeya dewletên din ên endam di pêkanîna mekanîzmayên wiha de û ji rayedaran xwest ku bêyî derengxistinê tedbîrên pêwîst bigrin;
* Careke din bang li rayedaran kir ku li ser hejmara kesên cezayê muebetê yê bêdaxistin li wan hatiye birîn û hê jî girtî ne bêyî derfetên kontrolê agahiyan bidin;
* Biryar da ku vê komê (koma Gurban) di civîna xwe ya Îlona 2025’an de ji nû ve lêkolîn bike û ferman da Sekreteryayê ku biryareke demkî amade bike, eger heta wê dîrokê pêşketineke şênber bi dest nexistibe, bi vî rengî dikare pirsgirêkên demdirêj ên di bin vê komê de û kêmasiya pêşketina bi agahiyên berdest re, bêkêmasî were nirxandin."
Li gel hişyariya Desteya Wezîran a li ser biryara navberê, daxuyaniyên Bahçelî û biryara DMME ya li ser îxlalkirinê jî, Tirkiyeyê hê ti gav neavêtiye.
Hate hînbûn ku rêxistinên maf û hiqûqî amadekariyên hişyariyeke nû ji komîteyê re dikin.
MA / Omer Îbrahîmoglu