RIHA - Uveyş Ocalan ku kurê wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wê digot; “Li gorî min, ewladbûna hêjayî dayikê; şer, fikirîn û afirandina nirxan a ji bo Kurdistanê bû”, dê di sala 32’yemîn a wefata xwe de li ser gora xwe bê bibîranîn.
Bi ser wefata dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan re 32 sal derbas bûn. Uveyş Ocalan ku Abdullah Ocalan ji bo wê dibêje “Tam tofana serhildanê bû. Serî li ber kesekî neditewand” û di rêxistinkirina têkoşîna jinê de jê re bû çavkanî, di 11’ê Nîsana 1993’yan de ji ber nexweşiya şekirê jiyana xwe ji dest da. Uveyş Ocalan ku 75 salên emrê xwe bi serhildanan derbas kir, di 26’ê Mijdara 1918’an de li gundê Erehê yê navçeya Xelfetiyê ji dayik bû.
Hêj di zarokatiya xwe de bi kesekê nas nedikir re hate zewicandin. Hevjînê wê jinek qetil kir û kete girtîgehê û li wir jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê Uveyş Ocalan gund terikand. Çendek sal piştre jî bi Omer Ocalan re zewicî. Ji vê zewacê zarokên wê Nevde, Bînnaz, Havva, Eynê, Fatma, Abdullah, Mehmet, Osman û Alî çêbûn. Ji zarokan Nevde û Bînnaz hêj çendek mehî bûn ku jiyana xwe ji dest dan. Zarokê wê Alî jî di serê wî de ur derket û di 12 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Uveyş Ocalan, di 4’ê Nîsana 1949’an de zarokê xwe Abdullah Ocalan anî dinyayê ku dê bûbûya lîderê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Gelên Tirkiyeyê jî Uveyş Ocalan bi vegotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir.
KONGREYA HEP’Ê
Uveyş Ocalan, di sala 1991’ê demekî kin beriya wefata xwe li Enqereyê beşdarî kongreya Partiya Kedê ya Gelan (HEP) bû. Rojnameger Mûsa Anter ku tev li kongreyê bûbû, di pirtûka xwe ya bi navê “Bîranînên Min (Hatıralarım)” de atmosfera wê rojê wiha vedibêje: “Anons, bi mêvanên şerefê hate kirin. Ji bo min gotin ‘filan, filan, filan’bapîrê me Mûsa Anter û ‘dayika me tevan Uveyş Ocalan’ jî di nav me de ne. Qiyamet rabû. Bi hezaran kes ji bo maçkirina destê me ketin dorê. Di vê navberê de tiştên xweş çêbûn... Bi rastî jî ev kongre bû yek ji rûpelên herî rengîn a jiyana min.”
'JI TÊKILIYA DAYIK Û ZAROK BER BI TÊKILIYA WELAT VE...’
Uveyş Ocalan, demekî kin piştî vê kongreyê nexweş bû. Nexweşiya wê ya şekirê giran bû û li Edeneyê rakirin nexweşxaneyê û lingekî wê jê hate kirin. Di 11’ê Nîsana 1993’yan de jî ji bo tedawiyê dîsa çû Edeneyê û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê anîn Amarayê û bi beşdariya hezaran kesan li rex hevjînê wê Omer Ocalan hate definkirin. Uveyş Ocalan her sal li ser gora xwe tê bibîranîn. Abdullah Ocalan, der heqê dayika xwe Uveyş Ocalan de wiha gotibû: “Tevî ku min hinek pere qezenc dikir jî min tu caran negot ‘ez ê ji dayika xwe re diyariyeke wiha bikirim.’ Dibe ku ev bi xweşiya wê neçûbe lê belê li gorî min divê ewladbûn cuda bûya. Ez belkî ewladekî ku wan dixwest nebûm lê ji bo ku bi awayekî cuda bibim ewladekî baş jî lêgerînên min hebûn. Li gorî min, ewladbûna hêjayî dayikê; şer, fikirîn û afirandina nirxan a ji bo Kurdistanê bû. Tevî nakokî û rageşiyan jî ewladekî baş bi vî awayî pêkan e. Yanî me gavekî mezin avêt. Me ew têkiliya di navbera dayik û zarok de ku tune dibû, veguherand têkiliya welat, welatparêzî û xakê. Ev jî bû têkiliya herî watedar û pîroz.”
Uveyş Ocalan, herî dawî Abdullah Ocalan dema Omer Ocalan di 17’ê Mijdara 1975’an de jiyana xwe ji dest dayî dîtibû û heta jiyana xwe ji dest dayî jî daxwaza wê ya herî mezin dîtina kurê xwe bû. Lê bêyî bibîne wefat kir.
FATMA OCALAN: DAYIKA MIN EDALETA XWE BI CIH DIANÎ
Fatma Ocalan, ji bo Uveyş Ocalan got: “Karektereke wisa bû ku teqez edaleta xwe pêk tîna. Tu caran heqê xwe ji kesekî re nedihişt. Em jî wisa mezin kir. Jineke bihêz bû. Bi her tiştekî dikarî. Tu caran neheqî û bêedaletî qebûl nedikir. Rojekê du zarokên ji Abdullah mezintir li wî xistibûn. Serê wî şikandibûn. Bi vî awayî hate malê. Dayika min jê re got bê ka dê xwe çawa biparêze. Jê re got; ‘heke tu nekarî heqê xwe biparêzî neyê vê malê.’ Wê demê Abdullah û hevalên wî herî dawî di şîna bavê min de dîtibû. Ji bo wan xwarin çêkir. Ew jî hatin xwarin. Dema dayika min jê hay bû ka çi dikin, jê re got; ‘Heke bikarin bi ser kevin dê gelek xweş bibe.’ Xwedî li doza Abdullah derdiket.”
Uveyş Ocalan, dê di 11’ê Nîsanê de li ser gora xwe ya li Amarayê bê bibîranîn.
MA / Ceylan Şahînlî