RIHA - Ji ber êriş û dagirkeriya Tirkiyeyê zêdetirî 300 hezar welatiyên Efrînê ji bajar koç kiribûn. Hevberdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo da zanîn ku piştî peymanê 7 hezar malbat vegeriyane Efrînê û got: “250 hezar kes jî li benda vegerê ye.”
Di sala 2018’an de ji ber êriş û dagirkeriya Tirkiyeyê zêdetirî 300 hezar Kurd neçar man ku ji Efrînê koç bikin. Piştî di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Demkî ya Şamê de di 10’ê Adarê de mutebeqeteke ji 8 xalan hate mohrkirin, xelkê Efrînê hêdî hêdî vedigere warên xwe. Di mutebeqetê de xala “Hemû Sûriyeyiyên ji warên xwe hatine kirin ji bo vegerin warên xwe dê dewleta Sûriyeyê ewlehiya wan biparêze” hebû. Bi vê yekê re welatiyên ji Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin koçberkirin jî dest bi amadekariyên vegerê kirin. Piştî dagirkeriyê, Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê li bajar bicih bûn û ji wê saetê ve bûyerên kuştin, talankirin, revandin, destdirêjî û hwd. zêde bûn. Bi peymanê re jî welatiyên Efrînî hêdî hêdî vedigerin bajarê xwe.
'EM LI BENDÊ NE KU 250 HEZAR KES VEGERIN’
Hevberdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo têkildarî mutebeqetê û amadekariyên vegerê axivî. Şêxo, da zanîn ku zêdetirî 300 hezar kes ji Efrînê hatibûn koçberkirin û got: “Ev 7 sal in gel li benda vegerê bû. Beriya mutebeqetê hin kesan hewl dan vegerin. Lê belê heta niha di destê me de hejmareke zelal tune ye. Li gorî daneyên piştî mutebeqetê li ber destê me, nêzî 7 hezar malbat vegeriyane Efrînê. Li gorî texmîna me ev teqabûlê 100-150 hezar kesan dike. Em li bendê ne 250 hezar kesên din jî vegerin.”
Şêxo, da zanîn ku ji 8’ê Kanûnê roja rejîma Baasê hilweşiyayî heta niha gelek malbatên Efrînê dest bi vegerê kirine û got: “Malbatên Til Rifet, Şehba û Efrînê yên li Tebqa û Reqayê niha ji bo vegerê amadekariyan dikin. Li Helebê jî nifûseke biqasî 200 hezar kesan li benda vegera Efrînê ye. Di esasê xwe de ev hejmar her ku diçe zêde dibe. Mirov dikare bibêje digihije 300 hezar kesî. Efrîniyên li Helebê, li benda peymana rêveberiya xweser û hikûmeta Şamê ye. Hêj ew peyman çênebûye. Em di wê ferqê de ne ku ji bo vê peymanê pêwîstî bi dem û zemînê heye. Di esasê xwe de Efrînî bi taybet jî di Remezanê de bi qefîleyên mezin vegeriyan. Gelek Efrîniyên vegeriyan, çûn serdana xizmên xwe yên li wir û serdana goristanan.”
'TIRKIYE KOMÊN XWE YÊN PARAMÎLÎTER VENAKIŞÎNE’
Bi domdarî Îbrahîm Şêxo got ku hêjta komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê xwe ji Efrînê nevekişandine lewma vegereke biîstîqrar tune ye û got: “Ev rewş jî li bajar rê li ber bêhizûriyê vedike. Di salên dirêj ên dagirkirina Efrînê de gelek bûyerên revandin, talan, tacîz û tecawizê qewimîn. Heke daxwazeke weke vegera li Efrînê hebe, divê Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê ewlehiya li hundir pêk bînin. Divê bikin ku Efrîniyên vedigerin bikarin xwe biparêzin û nehêlin komên cuda mudaxileyî wan bikin. Di vê mijarê de hêj gavên pêwîst nehatine avêtin. Gelê me jî li benda vegerê ye. Bi taybet jî em li bendê ne ku komên dagirker ên girêdayî Tirkiyeyê ji wir derkevin. Ji ber ku ev kom hêj jî wir kontrol dikin. Ev mijar Tirkiyeyê eleqedar dike. Tirkiyeyê di vê mijarê de hêj tu gav neavêtiye. Hewl dide ser mijarê bigire. Ev jî tê wateya domandina binpêkirinan.”
'EFRÎNIYÊN VEDIGERIN LI MALÊN XWE BICIH DIBIN’
Şêxo, da zanîn ku hejmara malbatên komên paramîlîter ên piştre li Efrînê hatine bicihkirin jî heta 200 hezar kesan ketiye û axaftina xwe wiha qedand: “Heke di navbera şervanên YPG-YPJ’ê, Rêveberiya Xweser û van koman de lihevkirinek çêbibe, dibe ku ev komên li Efrînê mayin jî vegerin. Dibe ku dibêtiya îşkencekirina Efrîniyên vegeriyayîn tune be lê hêj jî bûyerên talan û diziyê hene. Hat ragihandin ku komên Tumena Sûltan Suleyman Şah û Sûltan Mûrad ên girêdayî Tirkiyeyê van talan û diziyan dikin. Gelek kesên ji van bûyeran ditirsin, naxwazin vegerin. Em hîn bûn ku hewl didin vê talan û diziyê di saetên şevê de bikin. Lê em dikarin bibêjin ku rewşa Efrînê ya niha ji ya demên berê gelek baştir e. Efrînî, dema vegeriyayîn di konan de mîna koçberan nejiyan. Em hîn bûn ku malên gelek kesên vegeriyayîn dîsa hatine teslîmkirin.”
MA / Ceylan Şahînlî