COLEMÊRG - Li Colemêrgê şevê din bager rabû û banê govekê tebiqî. 13 karik û 12 berxikên di bin kavilan de man mirin.
Şevê din bi şev heta serê sibehê li Colemêrgê bager rabû. Di serê sibehê de ziyanên bagerê derketin holê. Ji ber bagerê, li gundê Xenanisê yê girêdayî navenda Colemêrgê banê govekê tebiqî. 13 karik û 12 berxikên di bin kavilan de man, mirin.
Halîl Atiş ku pezê wî mir, got ku ew ji ber mirina pezê xwe gelek xemgîn e û alîkarî ji rayedaran xwest.