QERS - Apê Yakûp Aydin ê ji aliyê Çawişê Pispor Selman Kuçuk ve hat qetilkirin Yunus Aydin diyar kir ku bi ti kesî re pirsgirêkên wan nîn e û wiha got: "Ev hovîtî ye. Ti carî nayê qebûlkirin.
Çawişê pispor Selman Kuçuk (29) li navçeya Qaxizmanê ya Qersê welatiyê bi navê Yakup Aydin (32) qetil kir. Dîmenên komkujiyê ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê (https://www.mezopotamyaajansi43.com/tum-haberler/content/view/272649) ve ji raya giştî re hatin pêşkêşkirin. Têkildarî bûyerê apê wî Yunus Aydin axivî û wiha got: "Piştî ku bûyer qewimî em pê hesiyan. Yakûp û hevalên xwe li kafeyê rûniştî ne. Ji xwe dîmenên wê derketin holê. Agahiya Yakûp ji tu tiştî tüne. Di wê kêliyê de çawîşê pispor li wî temaşe dike. Çawa ku Yakûp li ber derketina kafeyê ye, çawîş jî tê cem wan. Pêşî kulmekê diavêje û gengeşî derdikeve. Xebatkarên kafeyê dikevin navbera wan. Piştre çawîşê pispor çeka xwe derdixîne û gule berdide. Ewilî guleyê berî serê wî dide. Lê gule sere wî nakeve û piştre guleyê berî sînga wî dide.”
‘EV HOVÎTÎ YE’
Yunus Aydin da zanîn ku di navbera biraziyê wî û çawişê pispor de berê tu pirsgirêkek nebû û qetilkirina biraziyê xwe wek hovîtî bi nav kir û wiha axivî: “Çawişê pispor dibêje tu çima li min mêze dikî û êrîş dike. Ev hovîtî ye. Ti carî nayê qebûlkirin.”