RIHA - Serhat Bulut ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê tê ragirtin, diyar kir ku li malbat û kesên ji bo hevdîtinê çûne girtîgehê lêgerîna tazî hatiye ferzkirin û bertek nîşanî Wezaretê Dadê da ku digot “lêgerîna tazî tune ye.”
Serhat Bulut ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê tê ragirtin, têkildarî binpêkirinên mafan ên li ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nameyek şand. Bulut, di nameya xwe de anî ziman ku li endamên malbatên girtiyan ên hatine serdanê di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî hatiye ferzkirin. Bulut, diyar kir ku di nava du hefteyên dawî de ev sepan zêde bûye. Bulut, di nameya xwe de got ku têkildarî pirsgirêkê bi midûrê girtîgehê re hevdîtin kirine lê sepan vê hefteyê jî berdewam kiriye. Bulut, destnîşan kir ku ji ber sepana lêgerîna tazî hevdîtin dereng dest pê dikin û xwest raya giştî li dijî vê sepanê bikeve nava tevgerê.
Di berdewamê de Bulut bertek nîşanî gotina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç da ku digot; “Li welatê me teqez lêgerîna tazî tune ye û nabe jî” da. Bulut, wiha domand: “Li Girtîgeha Hejmar 2’yê ya Rihayê hem li girtiyan hem jî li malbatên wan îşkenceya lêgerîna tazî tê ferzkirin. Yên qebûl nakin jî tên derbkirin an jî nahêlin bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin. Divê ev sepana li dijî rûmeta mirovahiyê tavilê bê bidawînkirin.”