STENBOL - Akademîsyen Levent Dolek jî di nav de der heqê 4 kesên ji ber çalakiyên li Saraçhaneyê hatibûn girtin, biryara tehliyeyê hate dayin.
Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û gelek kesên din, li çalakiyên protestoyî hatibûn destpêkirin û hêj didomin. Di çalakiyan de gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Îdianameya der heqê 110 kesên di 26 û 27’ê Adarê de hatibûn binçavkirin, hate amadekirin. Îdianame bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” hate amadekirin.
61’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê îdianame qebûl kir û ji bo li ser zebta tensîbê ji bo girtî Abuzer Gorguç, Kerem Gumre, Levent Dolek û Hasan Bîlgîn biryara tehliyeyê hate dayin.