ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, beriya hevdîtina bi Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan re li Meclisê daxuyanî dan.
Onder, li ber deriyê Meclisê pirsên rojnamegeran bersivand. Onder got ku tevî Pervîn Buldanê dê asta pêvajo gihiştiyê bi Erdogan re parve bikin û got: “Em ê têkildarî rewşê agahdar bikin. Ji bo ji vir û şûnde em ê hem li nêrîn û pêşniyarên wî guhdarî bikin hem jî pêşniyarên xwe parve bikin. Em di wê baweriyê de ne ku hem qada siyaseta demokratîk hem jî xebatên ji bo aştiyê dê hêj bileztir û bi gavên şênber bidomin.”
‘ME PÊVAJO BI BIRYARDARÎ ANÎ VÊ ASTÊ’
Onder, ji bo pirsa “Gelo em dikarin bibêjin hevdîtineke dîrokî ye?” jî ev bersiv da: “Em têgehên wisa zêde biîdia nakin. Me heta niha pêvajo bi îrade û biryardariyeke mezin gihand anî vê astê. Em bi baldarî tevgeriyan. Her kes jî wisa tevgeriya. Ji bo vê jî spasiya welat dikin.”
‘HEVDÎTINEKE GIRÎNG E’
Pervîn Buldan jî wiha got: “Dikarim bibêjim ku hevdîtineke girîng e. Heta niha gelek hevdîtin hatin kirin. Birêz serokkomar cara ewil e dê di vê mijarê de nêrînên xwe parve bike lewma girîng e. Dê li ser rê û rêbazan nêrînên xwe parve bike. Lewma em ê têkildarî hevdîtinên xwe agahî bidin wî. Ji bo Tirkiyeyê ser xerê be. Bila bibe wesîleya aştiyê.”
Şande piştre jî ji bo biçe Kulliyeyê bi rê ket.
Dê pêvajoya têkildarî pirsgirêka Kurd û geşedanên girêdayî wê bên nîqaşkirin.