ENQERE - Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomar Tayyîp Erdogan de dest pê kir.
Hevdîtina di navbera endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan de dest pê kir. Hevdîtin, li Kulliyeya Serokkomartiyê tê lidarxistin.
Geşedanên piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qewimîn yek ji mijara sereke ya hevdîtinê ye.
Endamên şandeyê, di daxuyaniya beriya hevdîtinê de anîn ziman ku dê di hevdîtinê de her du alî nêrîn û pêşniyarên xwe parve bikin.