AMED - Hîvzullah Mutlu ku piştî 31 salan duh hatibû berdan, li bajarê xwe Farqînê bi girseyî hate ziyaretkirin.
Hîvzullah Mutlu di sala 1994’an de li Êlihê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê birî. Mutlu, piştî 31 salên girtîgehê duh ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê hate berdan. Mutlu, duh di saetên şevê de hate gundê xwe Heyderakan ê Farqîn a Amedê.
Endam û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de gelek kes îro bi girseyî çûn serdana Mutlu.
Mutlu, di serdanê de axivî û got ku her çend ji ber hatiye berdan keyfxweş be jî, ji ber ku hevalên wî hêj girtî ne xemgîn e. Mutlu, got: “Ev serdan, li hemberî kesên em girtina me hewl dan me ji gelê me qut bikin, me bidin jibîrkirin, mîna bersivekê ye. Ez vê serdanê ne tenê ji bo şexsê xwe, weke serdana ji bo hemû hevalên di zindanê de li ber xwe didin dibînim.”