STENBOL - 102 ciwanên di protestoyên Saraçhaneyê de hatibûn girtin, hatin berdan. Biryara hefsa malê ya ji bo 25 kesan jî hate betalkirin.
Di çalakiyên ji bo protestokirina operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û girtina Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû de bi sedan ciwan hatibûn binçavkirin û girtin. Ji xwendekarên hatine girtin ji bo 102’yan biryara tehliyeyê hate dayin.
Di dosyayê de 139 ciwan dihatin darizandin û cezayê hefsê yê 25 ciwanan jî hate betalkirin.