SÊRT - Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku di mejiyê wî de tumor hatiye tespîtkirin, carekê emeliyata dil, carekê ya kataraktê, du caran emeliyeta gurçikan bûye û rexa wî ya çepê jî felc bûye. Hat zanîn ku rewşa Çam giran bû û rakirin nexweşxaneyê.
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam (73) ku di mejiyê wî de tumor hatiye tespîtkirin, carekê emeliyata dil, carekê emeliyata kataraktê, du caran emeliyeta gurçikan bûye û rexa wî ya çepê jî felc bûye. Çam ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê ya Êlihê tê ragirtin û di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, rakirin nexweşxaneyê û malbata wî jî bi tesadufî hay ji rewşê dibe. Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Çam de tu agahî bi malbat û parêzerên wî re nayên parvekirin.
Şîmel Çam, da zanîn ku xizmekî wan dema diçe nexweşxaneyê bi tesadufî dibîne ku bavê wê rakirine nexweşxaneyê û got: “Di hevdîtina 9’ê Nîsanê de me hevdîtin kir û rewşa wî gelek xerab bû. Em hîn bûn ku duh rakirine nexweşxaneyê. Ji bo rewşa wî hîn bibin em û parêzer li girtîgehê geriyan. Ji me re gotin ‘em nikarin agahiyan bidin.’ Niha li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê tê sekinandin. Em bifikarin. Bila vê zilmê êdî bi dawî bikin.”
Şîmel Çam, da zanîn ku herî dawî di 9’ê Nîsanê de li girtîgehê bi bavê xwe re hevdîtin kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rewşa wî pir xerab e. Bavê min terkî mirinê hatiye kirin. Ji ber şert û mercên girtîgehê rewşa bavê min her ku diçe xerabtir dibe. Li girtîgehê gelek caran krîza dil derbas kir û ji mirinê filitî. Tevî krîza dil derbas kiribû jî di dema tedawiyê de destên wî kelemçe kirin. Bavê min di sala 2028’an de dikare bi şert were berdan. Divê were tedawîkirin. Ji ber temen û nexweşiyên xwe dibe ku wê rojê nebîne.”
'BILA EV BÊWIJDANIYE BI DAWÎ BIBE’
Bi domdarî Şîmel Çam destnîşan kir ku rewşa bavê wê cidî ye û neberdana bavê xwe weke bêwijdanî nirxand. Şîmel Çam, axaftina xwe wiha qedand: “Serlêdana ji bo Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Serokatiya Meclisê hatiye kirin, neyînî hat bersivandin. Komîsyonê, di biryara xwe de ji bo bavê min îdiaya ‘pir kêm hewl dide’ kir û bersiva neyînî da. Serlêdana ji bo Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê hatiye kirin jî bi heman hincetan hate redkirin û hat îdiakirin ku dikare li girtîgehê bimîne. ATK’ê jî di rapora xwe ya 15’ê Mijdara 2024’an de ji bo bavê min rapora ‘dikare sexbêra xwe bike’ da. Dadgeh jî ji ber rapora ATK'ê biryara tehliyeyê nade. Bila ev bêwijdaniye bi dawî bibe.”
MEHMET EMÎN ÇAM KÎ YE?
Mehmet Emîn Çam dema Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Sêrtê bû, di 12’ê Kanûna 2012’an de bi îdiaya “Avadaniya Meclisa Bajar a KCK’ê” hate girtin. 10 meh piştre jî bi daxwaza darizandina negirtî hate berdan û Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê hefsê lê birî. Piştî ceza ji hêla Dadgeha Bilind ve hatî erêkirin, Çam di 14’ê Adara 2022’yê de hate girtin û li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê 17 rojan di hucreya yekkesî de hate ragirtin.
Çam, di 1’ê Nîsanê de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê hate kirin. Di mejiyê Çam de tumor hate tespîtkirin. Di 27’ê Gulanê de krîza dil derbas kir û anjiyo bû û neçare ku di tevahiya emrê xwe de dermanan bi kar tîne. Di heman demê de nexweşê gurçikan e û du caran hatiye emeliyatkirin. Tevî vê jî di gurçikên wî de kîstên nû çêdibin. Di heman demê de Çam emeliyata kataraktê jî bûye û nexweşiyên wî yên weke miyop û astîgmatê hene. Guhê rastê yê Çam baş nabihîze û rexa wî ya çepê jî felc bûye lewma bi zehmetî dimeşe.
MA / Fethî Balaman