ENQERE - Ramazan Karataş ku 32 sal bûn di girtîgehê de bû, hate berdan.
Ramazan Karataş ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê dihat ragirtin, piştî 32 salan hate berdan. Karataş, di sala 1993’yan de hate girtin û cezayê muebbedê lê hate birîn. Karataş, di 32 salên girtîgehê de li girtîgehên Erzirom, Trabzon, Mûş, Stenbol û Balikesîrê ma. Di 3 salên dawî de jî li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê dihat ragirtin.
Tehliyeya Karataş ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve 4 caran bi hinceta “poşmantî” qebûl nekiriye hatibû taloqkirin. Karataş, îro hate berdfan û ber bi bajarê xwe Panos a Agiriyê ve bi rê ket.