MÛGLA - Komeleya Çandê ya Elewî Bektaşî ya Bodrumê bertek nîşanî komkujiya li Sûriyeyê li dijî Elewiyan tê kirin da û giliyê kesên piştgiriyê didin vê komkujiyê kir.
Komeleya Çandê ya Elewî Bektaşî ya Bodrum a Muglayê beriya serdana Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed eş-Şara ya Tirkiyeyê daxuyanî da. Komeleyê, der heqê Ahmed Eş-Şara û nivîskarê Yenî Şafakê Îsmaîl Kiliçarslan de ku piştgirî dida komkujiya li dijî Elewiyan, serlêdana sûc kir. Endamên komeleyê li pêşiya Edliyeya Bodrumê hatin gel hev. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Bodrumê û parêzerên Baroya Mûglayê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de komkujiyên HTŞ’ê yên li dijî Elewiyan hatin bibîrxistin û wiha hate gotin: “Em kujerê destbixwîn li welatê xwe naxwazin.”
Seroka Lijneya Rêveber a Komeleya Çandê ya Elewî Bektaşî ya Bodrumê Gamze Ardag diyar kir ku rola Colanî û HTŞ’ê ya di komkujiya li dijî Elewiyan de sûcê li dijî mirovahiyê ye û got: “Divê pêvajoya hiqûqî were destpêkirin û kesên gotinên dijminane dikin jî bên darizandin. Parastina faîlên komkujiyê û yên piştgiriyê didin komkujiyê, derbeyeke li dijî aştiya civakî û serweriya hiqûqê ye. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku daxwazên civakê paşguh nekin, faîlên komkujiyê neparêzin û polîtîkaya necezakirinê biterikînin. Parêzbendiya kesên mîna Colanî, dê rê li ber êşên nû veke.”