ŞIRNEX - Di kana madenê ya li gundê Kiron ê Şirnexê hezaz çêbû û karkerê di bin hezazê de ma, jiyana xwe ji dest da.
Di kana madenê ya li gundê Kiron ê girêdayî Şirnexê de hezaz çêbû. Piştî îxbarê, komên tenduristiyê, cendirme, AFAD UMKE, 112 û agirkujiyê sewqî herêmê hatin kirin. Karkerê bi nvaê Servet Olcay ku di bin hezazê de mabû, di encama xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de ji bin hezazê hate derxistin. Olcay ê bi giranî birîndar bûbû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da.