AMED - Mîraç Dînç ê HDP’î piştî kuştina AKP’iyekî ji hêla Suleyman Soylu ve hedef hatibû nîşandan û cezayê mubbeta girankirî lê hatibû birîn. Parêzerê Dînç, Yûsûf Çakas serî li Dadgeha Bilind da û got ku miwekîlê wî hedef hatiye nîşandan lewma ceza lê hatiye birîn.
Birayê Serokê AKP’a Cizîr a Şirnexê yê berê Cîhan Guven ê bi navê Tahir Guven di 4’ê Kanûna 2021’ê di encama êrişeke çekdarî de hate kuştin. Wezîrê Karên Hundir ê Dewleta Tirk ê demê Suleyman Soylu piştî êrişê li Lijneya Giştî ya Meclisê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hedef girt û endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mehmet Mîraç Dînç weke berpirsyarê êrişê hedef nîşan da. Piştî gotina Soylu jî Dînç di 7’ê Kanûna 2021’ê de hate binçavkirin û girtin. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê di 6’ê Îlona 2024’an de bi îdiayên “Bi hevkarî û plankirî kuştiye” û “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 2 caran cezayê muebbeta girankirî da Dînç. Ji parêzerên Dînç, Yûsûf Çakas bi daxwaza ku biryar were betalkirin serî li 2’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêma Amedê da. Daîreyê jî îdia kir ku di biryarê de xeletî tune ye û di 21’ê Sibatê de biryar erê kir.
SERÎ LI DADGEHA BILIND DA
Piştî dosya ji hêla dadgeha îstînafê ve hatî erêkirin, parêzeran îcar jî serî li Dadgeha Bilind dan. Di daxwaznameya îtîrazê de hate gotin ku di lêpirsînê de têkildarî roj, saet, dîmenên kamerayan û delîlan de lêkolîn nehatiye kirin û parêzer xwest ev rewş bi leha Dînç were nirxandin. Di daxwaznameyê de her wiha hat xwestin ku biryarên ne li gorî usûlê û derhiqûqî hatine dayin bên betalkirin û biryara jinûvedarizandinê were dayin.
Ji parêzerên dosyayê Yûsûf Çakas anî ziman ku miwekîlê wî faîlê bûyerê nîne û got: “Her kesên ji kolanê re derbas dibin çiqas eleqeya wan bi bûyerê re hebe, ewqas eleqeya miwekîlê min Mehmet Mîraç Dînç jî ewqas bi bûyerê re heye.”
'JI BER KU DIZANÎN FAÎL DÎNÇ NÎNE LEWMA LÊKOLÎN NEKIRIN’
Çakas, diyar kir ku miwekîlê wî beriya hedefnîşandana Soylu bi rojan xebatên partiya xwe dimeşand û navê “Mîraz” ku di nava malbatê de ji bo miwekîlê wî dihat bikaranîn jî weke navê “kod” hatiye hesibandin. Çakas, da zanîn ku mimkinata wê heye ku were îspatkirin bê ka miwekîlê wî di saeta cînayetê de û piştre li wir bû yan na lê ev yek nehatiye kirin. Çakas, wiha domand: “Mîraç, kolan bi kolan dibêje ka çi kiriye. Lê hêzên ewlekariyê çi kirine? Li her deverê MOBESE hene û heke bixwazin dikarin li gorî îfadeyên miwekîlê min roj bi roj tespît bikin ka çi kiriye yan jî çi nekiriye. Lê hêzên ewlekariyê lêkolîn nekirine. Ji ber ku ew jî pir baş dizanin ku Mîraç faîl nîne. Lewma lêkolînê nakin. Dikarin her kiriyareke Mîraç bi belgeyan derxin holê lê dernexistine. Wisa bifikirin ku Mîraç wisa kiriye. Kesê ez pê re tevgeriya me nîvsaet piştî bûyerê hatiye girtin. Anku bi awayekî xwezayî dema hûn bûyereke edlî dikin, heta dema hûn tevî qezayeke trafîkê jî bibin, heke şirîkê we yê sûc were girtin, hûn xwe li benda îfadeyên wî digirin ka qala we dike yan na? Divê nirxandin bi vî awayî were kirin. Lê Mîraç jiyana xwe ya rojane domandiye, çûye partiyê, xebat meşandiye, xebatên komîsyona kongreyê domandiye. Ji ber ku haya wî ji kesê hatiye girtin û bûyerê nîne. Tu eleqeya wî pê re tune ye.”
RAPORA PISPORAN NEHATE GIRTIN
Bi domdarî Çakas bal kişand ser nakokiyên di îfadeyên ser Dînç îfade daye û wiha got: “Di esasê xwe de şandeya dadgehê di qismekî mezin a biryara xwe ya bihincet de dibêje ku hemû dîrok, roj, saetên di îfadeyên vî şexsî de û daneyên zanistî yên di dosyayê de hev nagirin. Lewma jî guh nade îfadeyên wî. Lê belê biisrar li ser teşhîskirina miwekîlê min disekine. Mîraç, dema jiyana xwe ya rojane didomîne tê girtin. Piştre jî li ser sakoyê Mîraç beravêtiya guleyê tê dîtin. Heke miwekîlê min tev li bûyera guleberdanê bûbûya, îxtîmaleke mezin ji ber ku her tim li derve bû, ji ber ku temasa wî bi bayî re heye, xwe dişo, paqij dike, mimkin nîne ew şop li ser sakoyê wî bisekine. Di vê mijarê de rapora pisporan nehat amadekirin. Miwekîlê min bi operasyoneke mezin hate binçavkirin û piştre bi lez û bez xistin wesayîta zirxî, berê çekan dan wî. Dibe ku ev beravêtiyên guleyê yên wan çekan bin. Ji ber ku mimkin nîne ewqas dem li ser sakoyê wî bimîne.”
Çakas, anî ziman ku di demeke girtina HDP’ê di rojevê de nasnameya miwekîlê wî hatiye bikaranîn û hewl dane HDP’ê krîmînalîze bikin. Çakas, axaftina xwe wiha qedand: “Îfadeyên Mîraç nehatin lêkolînkirin. Sedema vê jî ew e ku hedef hate nîşandan. Di esasê xwe de hemû îfadeyên wî hatin lêkolînkirin. Di esasê xwe de hêzên ewlekariyê jî dizanin hemû îfadeyên wî rast in. Tu delîlên li dijî wî li dosyayê nehatine zêdekirin. Bêyî ku faîl be ev ceza lê hate birîn. Divê hemû civak xwedî li Mîraç derkeve. Ev yek dê bi xwe re encamên baş bîne. Qet nebe dê pêşiya cezayên neheq were girtin. Ji ber ku Soylu hedef nîşan da, daxwazên ji bo raporên tipa edlî yên zanistî bêencam man. Dosya niha di qonaxa temyîzê de ye û dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel