AMED - Danişîna ewil a doza duyemîn a cînayeta Narîn Guranê ku 15 kes bi îdiaya “îltîmas ji sûcdaran re kirine” tên darizandin, dest pê kir.
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çûlî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê 19 roj piştre hate dîtin. Danişîna ewil a doza duyemîn a cînayeta Narîn Guranê dest pê kir. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya cînayetê de, ji ber sûcê “îltîmas ji sûcdaran re kirine” lêpirsîna duyemîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de der heqê 15 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê dest pê kir.
Di dozê de dotmama Narîn Guranê ya bi navê Bîrsen Guran, mamê wê Fûat Guran, jinmama wê Maşallah Guran, hevjînê meta wê Mehmet Şevket Kaya, kurmetê wê Muhammed Kaya û karkerê Salîm Guran ê bi navê Mehmet Selîm Atasoy weke gumanbarên girtî; keçmeta Narîn Guranê ya bi navê Şeyma Kaya, jinmama wê Hediye Guran, mamên wê Îbrahîm Halîl, Bariş, Kurtuluş û Omer Faruk Guran û zarokên bi navên R.A. (16), M.G. (16) û Î.K. (17) jî weke bersûcên negirtî tên darizandin.
Serokê dadgehê, di dozê de ku zarok jî tên darizandin ji bilî bersûcan, parêzerên bersûcan û xizmên wan nehişt tu kes têkeve eywana danişînê. Darizandin, ji çapemeniyê re girtî tê lidarxistin.
CEZAYÊ MUEBBETA GIRANKIRÎ LI 3 KESAN HATIBÛ BIRÎN
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di 28’ê Kanûna 2024’an de têkildarî qetilkirina Narîn Guranê li mamê wê Salîm Guran, kekê wê Enes Guran û dayika wê Yuksel Guran cezayê muebbeta girankirî û li Nevzat Bahtiyar jî 4 sal û 6 meh cezayê hefsê birîbû.