AMED - Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeterê neçûna CPT'yê ya li Girtîgeha Îmraliyê ya ku tecrîd lê didome wekî "helwesteke siyasî" nirxand û got: "Ji bo guhertina vê helwestê, em ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin."
Komîteya Pêşîgirtina li Îşkence û Muameleya Xerab a Ewropayê (CPT) di navbera 7-11'ê Nîsanê de serdana hin girtîgehên Tirkiyeyê kir. Lê belê CPT neçû Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê girtin.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeterê têkildarî neçûna CPT’yê ya li Girtîgeha Îmraliyê û tecrîdê bi bîr xist ku bi salan e bi hincetên cuda hevdîtina parêzer û malbatê ya bi Ocalan re tê astengkirin. Ekîn Yeterê bal kişand ser vê yekê ku li Girava Îmraliyê maf û azadiyên bingehîn tên binpêkirin û got ku qedexeyên hevdîtina parêzer û malbatê veşartî ne. Ekîn Yeterê anî ziman ku parêzer jî nahêlin ku pîşeya xwe bimeşînin û got ku Îmralî ew cih e ku ji aliyê rejîmeke awarte ve tê birêvebirin.
BIRYARA BINPÊKIRINÊ YA DMME'YÊ
Ekîn Yeterê diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe ya sala 2014'an de diyar kiriye ku "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan bi pêkanînên tecrîdê hatiye binpêkirin û pêşniyaz kiriye ku ev binpêkirin bê rakirin. Ekîn Yeterê diyar kir ku tevî biryarê şert û mercên tecrîdê nehatine rakirin û hîn girantir bûne û got: "CPT'yê di rapora xwe ya 5'ê Tebaxa 2020'an de ev rewş wekî 'bêpêwendiya mutleq' pênase kiriye û diyar kiriye ku ev yek li dijî hiqûq û pîvanên navneteweyî ye. Her wiha tesspît kiriye ku cezayên dîsîplînê yên wekî hinceta astengkirina hevdîtinên malbatê hatine nîşan dan jî ne pêbawer in."
'BI HINCETÊN POLÎTÎK TÊN ASTENGKIRIN'
Ekîn Yeterê diyar kir ku hevdîtinên li Îmraliyê ji ber sedemên siyasî hatine astengkirin û got: "Em vê yekê, ji rêçûna pêvajoyê, ji hevdîtinên şandeyê fêm dikin. Rewşa 'încommunîcado' ku tu aliyekî wê yê hiqûqî tune ye, bi helwestên siyasî nayê rewakirin."
Ekîn Yeterê anî ziman ku Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê tên girtin jî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû mane û bi bîr xist ku wan di 12'ê Çileya 2024'an de ji CPT'yê re name şandiye. Ekîn Yeterê got: "CPT herî dawî di sala 2022'yan de çûye Girtîgeha Îmraliyê, lê rapora vê serdanê bi raya giştî re parve nekiriye. Di navbera 7-11'ê Nîsanê de careke din çû Tirkiyeyê, lê belê em hîn bûn ku tevî tecrîdê jî Girtîgeha Îmraliyê nexistiye nava bernameya xwe. Em bawer dikin ku neçûna Girtîgeha Girava Îmraliyê ku tecrîdeke giran lê heye, li dijî rêgezên xebatê yên sereke yên mekanîzmayên navneteweyî ye û ne li gor nirxên hiqûqa gerdûnî û wijdanê civakê ye. Em vê helwestê wekî helwesteke polîtîk dinirxînin. Ji bo guherandina vê helwestê, dê têkoşîna me ya li dijî rejîma tecrîdê bidome."
MA / Mujdat Can