NAVENDA NÛÇEYAN - Senatorê Swîsreyî Sommaruga diyar kir ku daxwaza mayina li îktîdarê ya Erdogan divê nekeve pêşiya pêvajoyê û got: “Heke di pêvajoyê de jidil bin, weke gava ewil bila Ocalan berdin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û nîqaşên li ser bangê yên li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê didomin. Ji DYA û Çînê heta Rûsya, Ewropa û welatên Ereban, gelek welatan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan. Endamê Konseya Dewletê ya Swîsreyê Senator Carlo Sommaruga têkildarî banga Abdullah Ocalan û geşedanên li Tirkiyeyê ji ANF’ê re axivî.
‘BANGEKÎ GELEK GIRÎNG E’
Senator Sommaruga di destpêkê de diyar kir ku li pêşberî banga Abdullah Ocalan ew pir şaş matmayî maye û got: “Lê belê îro di wê baweriyê de me ku tişta kiriye rast e. Ji bo çareserkirina krîza saziyî û bidawîkirina tundiya li hemberî gelê Kurd a li Tirkiyeyê ev bang bi dîtina min gelekî girîng e. Lewma ev bang di nava şert û mercên asayî de dikare rê li ber pêvajoyeke aştiyê, entegrasyona civakî û saziyên demokratîk veke. Hîn jî Serokkomar Erdogan û hikûmeta wî ji bo pêkanîn aştiya li Tirkiyeyê û destpêkirina pêvajoyekê bi PKK'ê û hêzên civakî re ev firsend bi kar neaniye ku ev jî cihê xemgîniyê ye."
‘DIVÊ DANÛSTANDIN DEST PÊ BIKIN’
Ji bo serketina pêvajoyê jî senator ev tişt anî ziman: “Tişta ku di asta destpêkê de divê were kirin, misogerkirina agirbesteke mayinde ye û -li derve jî be- destpêkirina pêvajoyeke diyalogê ye. Beriya ku mirov dest bi qala danûstandinan bike, divê diyalogeke cihê baweriyê bê danîn û piştre heyetên ku danûstandinan bikin werin avakirin. Ne bawer im ku ev yek di nava Tirkiyeyê de pêk were û bi rengekî fermî bê meşandin. Lewma weke gava destpêkê divê bi rengekî ne fermî, veşartî û nepen hevdîtin bêne kirin.
Bêguman ji bo vê yekê jî pêwîstî bi sê aliyan heye; beriya her tiştî hikûmetek a ku vê yekê dixwaze; piştre PKK an jî rayedarên tevgera siyasî ya nêzî wê û herî dawî jî welatekî ku malovaniyê ji van hevdîtinan re bike. Di vê pêvajoyê de li şûna kesên yekser li nava hikûmetê wezîfedar, dibe ku mirovên nêzî hikûmetê yan jî serokkomariyê dikarin bi rola navbeynkariyê rabin. Weke ku berê di hewldanên Cenevreyê de yên ji bo Fîlîstînê hatin kirin. Li herdu aliyan nûner hebûn ku yekser wezîfedar nebûn lê belê nêzî desthilatdariyê bûn. Ev kesayet dikarin pêvajoya danûstandinan bimeşînin. Bi dîtina min dikare bi vî rengî bibe.
‘SWÎSRE DIKARE BI ROLA XWE RABE’
Ji bo pirsa “Gelo Swîsre dikare di navbera herdu aliyan de bi rola navbeynkariyê rabe?” jî Senator Sommaruga ev bersiv da: “Belê, çima na. Hûn jî zanin li Swîsreyê rêveberiyeke bi dualî hene. Destpêkê xwedî wê kapasîteyê ye ku beşdarên hevdîtinan vehewîne. Ev cih jî bi rengekî xwezayî kêleka Gola Cenevreyê dikare bibe; Cenevre, Lozan an jî Montreux dikare bibe, lê belê bi heman rengî herêmên Swîsreyê yên ku bi Elmanî diaxivin jî dikare bibe. Mînak li Davosê dikare bibe, lê belê bi şertê ku li dema WEF (Forûma Aboriyê ya Cîhanê) rast neyê. Yanî Swîsre ji bo hevdîtinên veşartî û arma xwedî gelek cihên guncaw û girîng e.
Ya duyemîn jî Swîsre dikare kesayetên gelekî şareza wezîfedar bike ku dikare hevdîtinan asayî bikin. Swîsre dema ku tevkarî li peymana aştiyê ya li Kolombiyayê kir, bi roleke çalak rabû bû. Ew hevdîtin li Kubayê hatin kirin û Swîsreyê li gel Norwêcê tevkarî li pêkhatina vê peymanê kiribû."
Têkildarî rola aktorên navneteweyî jî senatorê Swîsreyî ev tişt anî ziman: “Bi dîtina min hevkarên kevneşop ên Tirkiyeyê, bi taybetî hevalbendên wê yên li nava NATO'yê dikarin berê Tirkiyeyê bidin berpirsyarî û aştiya navxweyî. Ji bûyer û pêşketineke bi vî rengî wê herêm bi temamî qezenc bike.
‘AZADIYA OCALAN WÊ BIBE NÎŞANEYA JIDILBÛNÊ’
Senator Sommaruga destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan gelekî girîng e û got, "We qala pêvajoyên cuda kirin, lê belê mînaka herî şênber a dikeve bîra mirovan Efrîqaya Başûr e. Berdana Mandela pêşî li pêvajoya aştiyê vekiribû. Mîna Mandela Ocalan jî di nava gelê Kurd de fîgurekî dîrokî ye ku li nava gelê Kurd tê naskirin û qebûlkirin. Lewma berdana wî, wê bibe peyameke gelekî xurt. Lewma ev yek ji bo hikûmeta Tirk wê ne gaveke paşveçûnê yan jî lawaziyê be. Berevajî, azadiya Ocalan hem ji bo desthilatdariya heyî, hem ji bo Serokkomar hem jî ji bo hikûmetê wê bibe gavek ku hêz û baweriya ji xwe ya hikûmetê nîşan bide. Ev yek jî wê nîşan bide ku yên dixwazin pêvajoya aştiyê bimeşînin çiqasî ji xwe bawer dikin.
Me heman tişt li Kolombiyayê jî dît. Hin kesên ji tevgerên rizgariya neteweyî yên çekdar, beriya ku cezayê wan biqede hatin berdan. Ev yek di çarçoveya efûyê de nehat kirin; bi navbeynkariya navbera komên çekdar û hikûmetê, ji bo vekirina rêyên diyalogê hate kirin. Lewma berdana Ocalan wê gelekî girîng be. Weke min got, ev yek ne ji bo hikûmetê wê bibe têkçûnek, ne jî ji bo gelê Tirkiyeyê bibe serketineke yekser. Di asta şexsî de wê were wateya bidawîkirina êşeke şexsî ji bo Ocalan. Belê ji bo pêvajoya aştiyê ev gav dikare bibe destpêk."