ÎZMÎR - Parêzer Ceren Şen Tosûn diyar kir ku li girtîgehên li Îzmîrê binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe û wiha got: "Em dişopînin ku mafên girtiyan tê binpêkirin û bi vî rengî cezayê xwe temam dikin.”
Baroya Îzmîrê bi raporekê ragihand ku li girtîgehên Kiriklar, Şakran û Menemenê yên li Îzmîrê binpêkirina mafan pêk hatiye. Di rapora hefteya bihurî de hat aşkerakirin girtî bi taybetî tenduristiya bingehîn û ji gelek mafan bêpar tên hiştin. Di raporê de bal hat kişandin ser vî tiştî ku li Girtîgeha Menemenê pêşî li mafê girtiyên wekî tenduristî, xurek, ragihandin û hewayê hatiye girtin. Di raporê de hat ragihandin ku pêşî li girtiyan tê girtin ku bi telefonê bi Kurdî biaxivin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Baroya Îzmîrê parêzer Ceren Şen Tosûn diyar kir ku girtî rastî pêkanînên kêfî tên.
Ceren Şen Tosûn têkildarî tecrîdkirina girtiyan axivî û diyar kir ku girtî bi sînordarkirina weşanan, astengkirina mafê ragihandinê û pêkanînên kêfî yên rêveberiya girtîgehê re rû bi rû ne. Ceren Şen Tosûn diyar kir ku pirtûkên ku berê ji girtîgehê destûr digirtin bi awayekî kêfî ji qawîşê tên komkirin û wiha got: "Ya jî em dibînin ku pirtûkên girtiyekî ku hatiye berdan yekser hatine derxistin, pirtûkên li qawîşê yên li binê xêzkirî yan jî nîşankirî bi temamî bi rengekî kêfî hatine birin. Pirsgirêkên pir cidî yên xwarinê hene. Bi vî rengî girtî neçar dimînin biçin kantîna derve. Lê belê ji ber buhabûna zêde, di xwegihandina xwarinê de pirsgirêkên cidî hene."
LI ŞÛNA 16 GIRTIYAN 35 GIRTÎ DIMÎNIN
Ceren Şen Tosûn diyar kir ku li her sê girtîgehan di mijara tenduristiyê de pirsgirêkên cidî hene, bi hinceta personel û wesayîtên rîngê kêm in nêzî 7-8 mehan dereng girtiyan dişînin nexweşxaneyê û 6 caran anestezî li girtiyekî hatiye kirin lê serlêdan hatiye kirin ku bêyî emeliyat bibe dîsa şandine nexweşxaneyê. Ceren Şen Tosûn da zanîn ku ji ber sedemên wekî du caran kelepçe û nebûna wesayîta rîngê nehiştine girtî sewqî nexweşxaneyê bên kirin û got ku ji bo girtiyên li dijî binpêkirinên mafan îtiraz kirine cezayên dîsîplînê tên dayîn wiha got: "Di rastiyê de sedema lêgerîna mafan a li dijî vê binpêkirina mafan, ji maf û azadiyên bingehîn, yanî ji rûmeta mirovahiyê tê. Mînak, li Girtîgeha Menemenê niha 35 kes li koxûşên ji 16 kesan dimînin. Tenê 16 kes dikarin di ranzeyan de rakevin. 19 kesên mayî jî li erdê radizên û dema em metreçargoşeya qawîşê dihesibînin, qada tevgerê ya yek kesî metreçargoşeyek e. Girtî wê li vî metreçargoşeyî razên, pirtûkekê bixwînin, bêhna xwe vedin an jî eşyayên xwe li ku deynin? Di mijara ti ji van de gav nayê avêtin.”
'MEMHET SAÎT YILDIRIM TÊ ASTENGKIRIN'
Ceren Şen Tosûn anî ziman ku Desteyên Îdarî û Şopandinê bûne saziyek ku li gorî daxuyaniyên rêveberiya girtîgehê û gardiyanan biryaran dide û wiha got: "Ev deste bi rengekî ku ji dadgehê an jî heta dadgehê zêdetir xwedî mafan e, darizandinan dikin û bi cezayên dîsîplînê zehmet dikin ku girtî bên berdan. Mînak Mehmet Saît Yildirim, girtiyekî ku 30 sal qedandiye. Tevî raporên du nexweşxaneyên cuda ku du serdemên cuda 'nikare bi tena serê xwe bimîne' jî, li hucreya yekkesî tê ragirtin. 30 salên xwe qedandiye û 5 salên dawî bi temamî di nava tecrîdê de derbas dike. Ev tecrîd wiha ye; Ji bo aktîvîteyên sporê dernakeve û dema tê derxistin jî bi tena serê xwe tê derxistin. Ew jî bi tena serê xwe ji hucreyê tê derxistin ku nikaribe bi kesî re sohbetê bike. Du raporên cuda yên nexweşxaneyê ji nedîtî ve tên. Mehmet Saît Yıldım 30 sal temam kir û 10 meh bi biryara desteya rêveber û çavdêriyê di girtîgehê de tê hiştin.”
'GIRTÎGEHÊN BI EWLEKARIYA BILIND LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN E'
Ceren Şen Tosûn bi bîr xist ku 10 girtî ji bo girtina girtîgehên bi ewlekariya bilind û rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û wiha got: "Sercan Ahmet Aslan û Mulla Zincîr di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne. Rewşa wan a tenduristiyê niha di xeteriyê de ye. Em li bendê ne ku tavilê sewqên li hundir bên kirin. Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind bi xwe binpêkirina mafên mirovan e. Û em bi temamî li dijî vê bûn, em niha çavdêrî dikin ku ev wekî rêbazeke cezakirinê tê bikaranîn. Li gorî vê yekê, beriya 2 salan me dît ku mirovên divê li girtîgeheke bi ewlekariya bilind an jî rewşa wan a xetere nîne, bi rengekî kêfî sirgûnî girtîgehên bi ewlekariya bilind a li Kiriklarê hatine kirin. Bi gotineke din, em dibînin ku mirovên cezayê muebetê yê giran nagirin jî bi kêfî li girtîgehên bi ewlekariya bilind tên hiştin. Mulla Zincîr û Sercan Ahmet Aslan niha di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye. Ya rast, dema ku diviyabû li girtîgeheke bi tîpa F bimana, bi rengekî kêfî ew veguhastin girtîgeheke bi ewlekariya bilind."
Ceren Şen Tosûn bang li dewletê kir ku berpirsyariya xwe bîne cih û xwest çapemenî li dijî binpêkirinên mafan hesas tevbigere.