ŞIRNEX - Parlamenterên DEM Partiyê astengkirina danîna şîna endamê HPG’ê Abdurrahîm Erzen xist rojeva Meclisê û pirsa “Gelo Diyanet di mijara astengkirina mafê şînê de çi difikire?” kirin.
Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Ayşegul Dogan, Newroza Uysal Aslan û Zekî Îrmez, têkildarî astengkirina şîna endamê HPG’ê Abdurrahîm Erzen ku di 4’ê Sibata 2025’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, pêşnûme da Meclisê. Parlamenteran xwestin ku ev mijar bi rêya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz ji Serokkmariyê û Serokatiya Karên Diyanetê were pirsîn û Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya jî bersiva pirsan bide.
Di pêşnûmeyê de ev pirs hatin kirin: “Gelo nêrîna Serokatiya Karên Diyanetê ya têkildarî mafê şînê çi ye? Di kîjan olşan de hukmê ku mafê şînê asteng dike heye? Gelo Serokatiya Karên Diyanetê di mijara ku bi tu awayî nabe êriş û bêrêzî li cenazeyan were kirin û mafê şînê bi tu awayî nayê astengkirin de çend caran li dijî wezaret û saziyan ketiye nava hewldanan? Kî biryarê dide ka kî dikarin bikevin ‘Mala Xwedê’ yan jî kî dikarin li wir şînê deynin an na?”
PIRS JI YERLÎKAYA KIR: KÊ FERMANA ASTENGKIRINÊ DA
Di pêşnûmeyê de her wiha ji bo Yerlîkaya jî wiha hate gotin: “Gelo fermana astengkirina şînê qeymeqamtiyan dane? Bingeha qanûnî ya van astengkirinan çi ne? Peywirdarên cemaweriyê li gorî kîjan qanûn û hiqûqê maf û rayeyê di xwe de dibînin ku biryarê bidin bê ka dê şîn were girtin an na yan jî dê şîna kê were girtin?”