Li 17 girtîgehan di 3 mehan de hezar û 249 binpêkirinên mafan

img

STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li 17 girtîgehan aşkera kir û da zanîn ku li van girtîgehan di nava 3 mehan de hezar û 249 caran mafên girtiyan hatine binpêkirin ku ji van binpêkirinan zêdetirî 500’an îşkence û miameleya xerab in. 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê rapora xwe ya 3 mehan a “Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmaray”" li avahiya şaxê aşkera kir. Rapor, binpêkirinên di mehên Çile, Adar û Nîsanê de hatine kirin digire nav xwe. 7 jê li Herêma Marmarayê bi giştî cih da binpêkrinên li 17 girtîgehan. Hat diyarkirin ku 36 serlêdanên binpêkirinan hatine kirin ku ji van 4 jê jin û 36 jê zilam in. Her wiha hate gotin ku ji kesên serlêdan kirine 31 jê girtiyên siyasî ne.
 
Di raporê de hate gotin ku cih dane binpêkirinên li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî), Girtîgeha Karatepe ya Çorluyê, Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandirayê, Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kandirayê, Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagirê, Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê, Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê, Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Girtîgeha Sîlîvriyê, Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê, Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê, Girtîgeha Jinan a Alîaga ya Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê, Girtîgeha Artvînê, Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû a Mereşê, Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê. 
 
HERÎ ZÊDE BINPÊKIRINÊN ‘ÎŞKENCE Û MIAMELEYA XERAB’ HATIYE KIRIN 
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê Semîray Yilmaz Bîlgîn, da zanîn ku rapor li gorî serlêdanên hatine kirin û nûçeyên ji hêla çapemeniyên ve hatine weşandin amade kirine û wiha got: “Di nava 3 mehan de hezar û 249 binpêkirinên mafan hatine kirin. Di meha Çileyê de li girtîgehên Herêma Marmarayê 355, di meha Sibatê de 438 û di meha Adarê de jî 59 bi giştî 852 binpêkirin hatine tespîtkirin. Di serlêdanên ji girtîgehên derveyî Herêma Marmarayê hatine kirin de jî; di meha Çileyê de 22, di Sibatê de 54 û di Adarê de 13 bi giştî 89 binpêkirin hatine tespîtkirin.”
 
Bi domdarî Semîray Yilmaz Bîlgîn anî ziman ku di serlêdanên hatine kirin de bi giştî 941 binpêkirinên mafan cih girtine û bi rêya çapemeniyê jî 308 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin. Semîray Yilmaz Bîlgîn, diyar kir ku bi giştî hezar û 249 binpêkirin hatine tespîtkirin û wiha pê de çû: “49 caran mafê xweyîbûn û xwegihandina pêdiviyên sereke hatiye binpêkirin, 140 caran mafê ragihandinê hatiye binpêkirin, 26 caran mafê xwegihandina edaletê hatiye binpêkirin, 132 caran mafê tenduristiyê, 90 caran mafê rêgeza di înfazê de wekheviyê hatiye binpêkirin, 4 caran mafê hêviyê hatiye binpêkirin û 500 caran jî binpêkirina îşkence û miameleya xerab hatiye kirin.” 
 
BANGA BERPIRSYARTIYÊ LI RAYEDARAN KIR 
 
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî got ku rayedar li dijî van binpêkirinan gavan naavêjin. Gulseren Yolerî, axaftina xwe wiha qedand: “Di raporê de em dibînin ku binpêkirinên mafan her ku diçe zêdetir dibin. Tevî ku hinceta girtinê nîne jî girtin hene. Em her tim dibêjin ku pirsgirêkên li girtîgehan pirsgirêkên jiyanî ne. Em di raporê de jî dibînin ku îşkence û miameleya xerab zêdetir li pêş e. Her tim bi ser hucreyên girtiyan de tê girtin û weke amûra zextê tê bikaranîn. Em bang li rayedaran dikin ku berpirsyartiya xwe bicih bînin. Her wiha em bang li xizmên girtiyan dikin ku serî li komeleya me bidin.” 
 

Sernavên din

13:26 Civîna navberê ya Komxebata Stargehên Jinan bi dawî bû
12:51 Vaye belgeya dîrokî ya di Konferansa Yekrêziya Kurdî de hate erêkirin
12:50 Dewleta tirk di sê rojan de hezar û 164 caran êriş kir
12:30 Li Cizîrê civîna jinan a rêveberiyên herêmî hat lidarxistin
12:22 Çîgdem Kiliçgun Uçar di kongreya partiya xwe de diaxive
12:13 Li Kanadayê wesayîtekê da ser welatiyên tev li mihrîcanê bûn
12:12 Kenanoglû: Rola Sirri Sureyya Onder a di civakîkirina aştiyê de mezin e
11:21 ‘Konferansa Yekitiya Kurdî li ser banga Abdullah Ocalan civiya’
10:57 Jin di têkoşîna li dijî tiryakê de bibiryar in
10:35 Li Amedê dê pêvajo ji milyonek kesan re bê vegotin
10:27 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:09 Li Girtîgeha Tokatê ev 7 meh in tedawiya girtiyan tê astengkirin
09:44 Rojnameger Tar: Cihê Qibrisê girîng e lê Kurd jî xwedî pozîsyoneke ewqas girîng in
09:05 Di şer de ji malbata xwe 19 kes winda kir: Bila dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 27’Ê NÎSANA 2025’AN
26/04/2025
19:56 Xelatên İbrahim Ehmed dan Şervan Kobanê, Amedspor, Mezlûm Ebdî û Zara Mihemedî
17:49 Li Qahîreyê panela 'Doza Ermeniyan di ramanên Ocalan de'
17:30 Dermankirina Onder di roja 11'an de ye: Xetere didome
17:23 Zarokê 9 salî gava erd diajot bi giranî birîndar bû
17:17 Ji bo berdana girtiyên nexweş Yanik û Elbî bang kirin
17:11 Serokê Baroya Stenbolê beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê bû
16:13 Li Şirnexê li dijî talankirina xwezayê dar hatin çandin
15:47 Encamnameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hat eşkerekirin
15:33 Li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiya xizmên windayan
14:42 Beşdarên Konferansa Yekîtiyê: Di berxwedana Kobanê de yekîtî pêk hat
14:34 Li Bendera Bender Ebbas a Îranê teqîneke mezin
14:27 Li dijî tiryakê avakirina 'Platforma Şiyar Be!' hat deklerekirin
14:22 Ji Barzanî ji bo Konferansa Neteweyî peyam
13:52 Li Amedê Konferansa Yekîtiyê hat silavkirin
13:21 Ji KCK'ê ji bo Konferansa Neteweyî peyam
12:01 Mazlûm Ebdî: Yekîtiya kurdan yekîtiya Sûriyeyê ye
10:55 Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî dest pê kir
10:37 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
10:30 Li Şamê qedexeyeke din: Qada xebatê ya bijîşkên jin û mêr ji hev hat veqetandin
10:16 Di lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê de 47 kesên din jî hatin binçavkirin
09:49 Li Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê
09:07 Karkerên îneşatê dê ji bo daxwazên xwe li qadên 1'ê Gulanê bin
09:02 Dadgehê rapora ÇED'ê ya projeya GES'ê betal kir
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2025'AN
25/04/2025
16:30 Rapora ÎHD’ê ya 2024’an: Li Kurdistanê herî kêm 7 hezar û 431 binpêkirinan mafan hatin kirin
15:40 Girtiyên lêgerîna tazî protesto kirin xistin hucreyê
15:34 Aydogdu ê DEM Partiyî hate berdan
15:24 Li 17 girtîgehan di 3 mehan de hezar û 249 binpêkirinên mafan
14:40 Şandeya DBP û DEM Partiyê bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir
14:29 Li lîstikvanê heqaret li alîgirên Amedsporê kiribû ceza hate birîn
14:20 Generalê Rûs di êrişa bombeyî de mir
14:19 Rapora binpêkirinên li 9 girtîgehan: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:27 Ji HDK û DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Gulanê: Em ê li Kadikoyê bin
13:07 Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ji bo meşa sibê bang kir
12:19 Li Kutahyayê li pey hev 3 erdhej çêbûn
12:14 Jinên tev li atolyeyê bûn: Mijara newekheviyê êdî li nava malê jî tê axaftin
11:49 Li dijî biryara komkirina romana ‘Lawikê Gund’ îtîraz hate kirin
11:32 Konferansa Kurdî dê sibe li Qamişloyê dest pê bike
11:25 Komxebata 28’emîn Stargehên Jinan dest pê kir
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:52 2 keçên xwe winda kirin, ji bo keça wan a din bijî li bijîşkan digerin
10:30 Doza Narîn Guranê dest pê kir
10:23 Jinên Elewî yên Sûriyeyê: Rêveberiya Xweser ji bo gelan hêvî ye
09:47 Li Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê
09:45 1’ê Gulanê dê li Amedê bi ruhê Newrozê bê pîrozkirin
09:32 Rêxistinên ciwanan: Em ê di 1’ê Gulanê de xwedî li bangê derkevin
09:28 Qeyûm guh neda tevdîrên teserûfê: Ji bo qehwe û çîkolatayan 4.5 milyon TL xerc kir
09:27 Parêzer Ozen: Divê pozîsyona birêz Ocalan ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin
09:01 TJA: Em fikra ku jinê hepsî malê dike qebûl nakin
09:01 Dayika girtiyê nexweş Akpinar: Kurê min berdin
09:00 Kedkar dê daxwazên xwe li Kadikoyê biqîrin
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2025’AN
08:31 Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû
24/04/2025
20:35 Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
18:52 Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin
16:38 DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir
16:34 Jin bi boneya 1’ê Gulanê civiyan
16:13 Kilinç ê li Şaredariya Şirnexê nelirêtî kir: Derneketîme destûrê
16:05 Rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kir
14:42 Ji bo girtiyê nexweş Yanik banga berdanê hate kirin
13:54 Keça girtiyê nexweş Çam: Rewşa wî xerab e, divê demildest bê berdan
13:17 Tevî agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne
12:59 Xebata Şaredariya Rezanê ya salekê
12:58 Li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
12:18 Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin: Divê mercên Ocalan biguherin
12:06 Dayika ku kurê wê hatiye windakirin: Çareserî, nexşerêya Abdullah Ocalan e
11:47 Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Îdianameyên rojnameger Uçar û Aksu hatin amadekirin
11:07 Qirkirina Ermenan di sala 110’emîn de ye: Banga hevrûbûnê
11:07 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
10:38 Bi hinceta ji Îmraliyê re faks şandiye cezayê hucreyê dan nivîskar Surgeç
10:36 Li Stenbolê gel bi şev li derve ma
10:18 Girtiyan li dijî qedexekirina pirtûkan serlêdan kirin
09:36 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin
09:35 Li dijî biryara 'ÇED ne hewce ye' ya ji bo Hesandînê doza betalkirinê
09:35 'Li Kurdistanê bi zanebûnî polîtîkayên çandiniyê yên şaş tên meşandin'
09:20 'Bi qedexekirina sezeryanê dixwazin serdestiyê li bedena jinê bikin'
09:15 Girtiyên siyasî ji bo boykotkirina medyaya ‘dijî pêvajoyê’ bang kirin
09:01 Diranên girtiyê nexweş ê 9 sal in nayê dermankirin ketin
09:01 Maurizio Acerbo: Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiyê û nirxên gerdûnî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû
08:53 Li Qamişloyê bîranîna Komkujiya Ermenan
08:21 Li Hewlêrê hevdîtineke girîng