* Li gundê Cirzê yê navçeya Stewrê gundiyan li dijî prokeya GES ya ku hat xwestin bê çêkirin doz vekiribûn. Dadgehê diyar kir ku ji ber ku li herêmê berhemên dîrokî hatine tespîtkirin û qada SÎT'ê ye rapora ÇED'ê betal kir.
* Karkerên înşaetê diyar kirin ku ew ê beşdarî mîtînga 1'ê Gulanê ya li Kadikoyê ya bi daxwaza çareseriya pirsgirêkên ewlekariya kar, paqijî û kêmkirina heqdestan bê lidarxistin bibin.
* Rêxistinên kedê yên kuli Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê didomînin, hemû karker vexwendin qadan.
* Dayikên Şemiyê, dê cara 341'emîn li Qada Galatasarayê bên cem hev. (12.00)
* Xizmên windayan dê li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên we yên heftane li dar bixin. (12.30)
* Dê li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.30)