* Saruhan Oluş ê DEM Partiyî diyar kir ku her kesê ku serdana Sirri Sureyya Onder kiriye, behsa hewldanên wî yên ji bo aştiyê kirine û got: "Ev, bi me da fikirandin ku gelek derdorên cuda yên vê civakê aştî û çareseriyê dixwazin. Di vî warî de divê gav bên avêtin."
* Li bajarê herî mezin ê Kurdistanê Dîlokê karkerên ji bo kar li kêlekên rêyan disekinin diyar kirin ku ew ê 1’ê Gulanê bi xebatê derbas bikin û gotin ku pêwîstî tiştî bi mirov dide kirin.
* Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskînê diyar kir ku divê hemû partiyên li Meclisê "mafê hêviyê" bixin rojeva xwe û got: "Pêkanîna mafê hêviyê ne lutf, peywirek e."
* Li dijî cezayê hepsa malê yê li endamên MYK'ê yên Egîtîm Sen'ê hatibû birîn boykot hatibûn destpêkirin. Ji qada navneteweyî ji bo kampanyaya hatiye destpêkirin piştgirî hat.
* Dadgeha Bilind, cezayê ku li Yûnûs Pek ê ku Sûna Pek qetilkiribû hatibû birîn zêde dît û ji bo cezayê wî bê kêmkirin dosyeyê ji dadgeha herêmî re şand.
* Ekolojîstên li dijî qirkirina ekolojiyê têdikoşin û piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan kampanya dane destpêkirin, wiha gotin: “Yek ji gava ewil a ku divê dewlet biavêje ew e ku destê xwe ser xwezaya me vekêşe.”
* Bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran dê li Amed, Wan û Stenbolê mitîng bên lidarxistin. (11.00-16.00) ZINDÎ
* Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran meş û mitîng bên lidarxistin û daxuyanî bên dayin. (11.00-19.00)