NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk li Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê ku lê dihat tedawîkirin, wefat kir.
Helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk, li Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê wefat kir. Ozturk ku ji ber nexweşiya penceşêrê dihat tedawîkirin, ev demek bû li beşa lênihêrîna awarte dihat tedawîkirin.
Îro dê ji bo Ozturk li Cemxaneya Narlidere ya Îzmîrê merasîm were lidarxistin û sibe jî dê li gundê Gazîler ê Bayindirê bê definkirin.
Ozturk, di sala 1955’ê de li Dêrsimê ji dayik bû. Di Derbeya 12’ê Îlonê de hate girtin û zêdetirî 10 salan di gelek girtîgehan de ma. Di sala 1991’ê de bi qanûna efûyê hate berdan. Ozturk, bi dosyaya helbestan a “Avê Hişyar Bikin Bila Bibe Dengê Min (Suyu Uyandırın Sesim Olsun)” ku li girtîgehê nivîsandibû, Xelata Helbestê ya Enver Gokçek wergirtibû.
Piştî ji girtîgehê derketî, di nav Kolektîfa Piyayê de cih girt û li gel kovarên Utopiya û Kunduz Duşlerê, di gelek kovar û rojnameyan de jî helbest û nivîs nivîsand.
Ji ber nivîsên xwe yên di rojnameya Arti Gerçekê de, di 5’ê Çileya 2018’an de li Îzmîrê hate binçavkirin û 5 rojan binçavkirî ma. Di dozê de salek û 10 meh cezayê hefsê lê hate birîn û ev ceza ji bo 5 salan hatibû taloqkirin.