RIHA - Hêzên serdest ên ku Sûriyeyê teslîmî Colanî kirin û bi vê dixwazin herêmeke bêîstiqrar û di bin kontrola xwe de ava bikin, li Rojhilata Navînê tişta ku fêm kirin e ew e ku heya rewşa kurdan zelal nebe, pêkanîna îstiqrarekê ne pêkan e.
Dîlan Dîlok a li Sûriyeyê rojnamegeriyê dike, ji bo Ajansa Mezopotamya (MA) pêvajoya nû ya ku di 27'ê Mijdara 2024'an de gava HTŞ ji Idlibê ber bi Helebê ve çû û di 8'ê Kanûnê de hikûmeta Şamê rûxiya dest pê kir û pevçûnên diqewimin û rewşa Kurdan a li herêmê nivîsand.
Nivîsa Dîlokê bi vî rengî ye:
“Şerê ku di encama şerê Hemas-Îsraîlê de pêş ket û gav bi gav Filistîn, Lubnan û Sûriyeyê daxilî nava xwe kir, bû sedema gelek geşedanên polîtîk. Tesfiyekirina hêzên girêdayî Îranê û lawazbûna bandora Îranê û bi vê re rûxandina rejîma Esed û radestkirina rêveberiya Sûriyeyê ji bo HTŞ'ê ya bi pêşengiya Ehmed El-Şara (Colanî), ji dêvla ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê biqedîne, bû sedema zêdebûna aloziyên siyasî. Hêzên herêmî jî sûd ji vê aloziyê girtin û li gor vê pozîsyona xwe diyar kirin. Li gel vê, li Amerîkayê ji nû ve hilbijartina Donald Trump bandora xwe li seranserê cîhanê kir û hêzên hesab û kîtabên wan li Rojhilata Navîn hene jî ketine nava bendewariyeke ku dê DYA pozîsyoneke çawa bigire.
Guhertina herî girîng di warê Sûriyeyê de, nakokiya yekser û neyekser di navbera Îsraîl û Tirkiyê de bû, ku ji Filistînê dest pê kir û heta Lubnan û Sûriyê belav bû. Di dema ku Îran ku yek ji aktorên girîng ên herêmê ye, neçar ma ji Sûriyê vekişe, li Iraq û Yemenê jî neçar ma ku hin guhertinan bike. Danûstandinên ku di bin navê kontrolkirina çekên nukleerî de tên kirin, di esasê xwe de hewldana lihevkirina wan bi pergala kapîtalîst a cîhanê re ye. Hewl didin vê yekê hinekî bi darê zorê û hinekî jî bi dîplomasiyê bikin. Lê li Yemenê li dijî hêzên alîgirên Îranê operasyon tên kirin. Di pêşengiya DYA û Îsraîlê de rewşeke operasyonê heye. Iraq di nav aloziyekê de ye û gengeşeyên li ser wê yekê ku wê çi were serê Heşdî Şaibî derketine pêş. Hêzên alîgirê Îranê û hin dewletên herêmê di nava panîkê de bûn ku çawa ji vê pirsgirêkê xelas bibin.
SÛRIYE Û HTŞ
Li Sûriyeyê rewş hinekî aloztir e (bi hev ve girêdayî ye, bi qasî neyê çareserkirin pir tevlihev e). Pêvajoya ku rê li ber HTŞ'ê vekir û Şamê radestî HTŞ'ê kir, bi xwe pêvajoyeke amadekirî bû. Ji bo vê yekê ne amûr û ne jî hêza leşkerî ya HTŞ'ê hebû. Bi rastî, HTÎ bixwe tiştekî wisa hêvî nedikir. Bi lez û bez rêveberiya Şamê radestî wê kirin. Ji bo vê bi tu awayî amadekariyên wê tune bûn. Piştî vê pêvajoyê yekser bi serxweşiya atmosfera serketinê, bi taybetî jî bi teşwîqkirina Tirkiyeyê, hemû çeteyên girêdayî wê ji bo tasfiyekirina destkeftiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet Rojavayê ya di bin serweriya kurdan de, hatin meşandin. Piştî şer û pevçûneke demdirêj, ev hêz li Tişrîn û Qereqozaxê bi berxwedaneke bi heybet hatin rawestandin. Pêşdeçûnên wan hatin rawestandin û piştî demekê di navbera van komên paramîlîter de nakokî derketin holê. Gav bi gav diyar bû ku ev kom têrê nake û hişê wan nikare Sûriyeyê bi rê ve bibe. Piştî qetlîamên ku li ser gelê elewî hatin kirin û peywendiyên ku Durziyan bi Îsraîlê re danîbûn, ji bo ku nekevin rewşeke wiha, li başûrê Sûriyeyê xweserî îlan kirin. Di vê hawirdora aloz de kurdan pozîsyona xwe parast û xurt kirin. Sûriye piştî derbaskirina ji vê krîzê careke din bi pêkanînên xwe ji hemû cîhanê re îspat kir ku di qadê de herêma herî bi îstiqrar û jiyanbar e û modeleke nû ye.
HESABÊN TIRKIYEYÊ
Planên Îsraîlê jî ji bo Sûriyeyê hene. Îsarîl, Îran û komên cîhadî yên alîgirê Îranê ji bo xwe wekî metirsî dibîne. Wan ji Lubnan û Sûriyeyê paqij kir û qebûl nake ku pêkhateyên cîhadî yên sunnî dîsa di bin sîwana Tirkiyê de bi hêz bibin. Tirkiye jî dixwaze bi rêya van pêkhateyên îslamî yên cîhadîst rola patronê nû yê Rojhilata Navîn û herêmên ku ji aliyê Îranê ve qismî hatine valakirin bilîze. Motîvasyona sereke ya vê jî jiholêrakirina destkeftiyên kurdan e. Bi vê armancê li ser çareseriyeke Sûriyeyê ku hem li Sûriyeyê serdest be û hem jî kurdan bê statu bihêle, dixebite. Tirkiye ji hêzên li Sûriyeyê bêtir avahiyeke unîter e, komara erebî ye, avahiyeke navendî ye. Li ser navê Sûriyeyê daxuyaniyên 'Em ê cudahiyan qebûl bikin, lê tu kes nabe rêveberî û hêzeke cuda' da û her tim gef li kurdan xwar, ji bo pêşî li destkeftiyên muhtemel bigire û bi awayekî kurdan teslîmî hikûmeta nû bike, êrişan organîze dike. Ev hesab bi hesabên din ên li ser xaka Sûriyeyê re li hev nekirin. Bi taybetî Îsraîl bertekeke pir cidî nîşanî vê yekê dide.
Herêmeke berfireh a Bakurê Sûriyeyê ji Cerabulus, Grê Spî, Serêkaniyê heta Efrînê û beşek ji bakurê rojavayê Sûriyeyê defakto di bin kontrola Tirkiyê de ye. Îsraîl vê dawiyê kontrola leşkerî li ser herêmeke berfireh ji Girên Golanê heta derdora Şamê bi dest xist. Tê diyarkirin ku her du dewlet bi awayekî veşartî hevdîtin û danûstandinan dikin. Tirkiye bi rastî jî dixwaze pozîsyona xwe ya ku li her qadê serdest be, rêveberiya nû ya Sûriyeyê diyar bike û di HTŞ'ê de bibe xwedî gotin, bidomîne. Lê ne hêza wê ya aborî û ne jî ya siyasî heye ku vê yekê bike. Di vir de daxwazên Îsraîlê girîng in. Ji ber ku li herêmê yek ji girîngiyên sereke yên hêzên rojavayî bi taybetî jî Amerîka ewlehiya Îsraîlê ye. Ji ber vê yekê avabûneke ku Îsraîl naxwaze li vir pêk nayê.
HESABÊN JI BI ŞARA
Di pêvajoya ku komkujiya elewiyan dihat kirin de hêzên koalîsyonê yên li herêmê – bi pêşengiya Îngilistanê – hêzên herêmî – Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şara – bi alîkariya DYA’yê anîn gel hev û protokol îmze kirin. Protokola bi taybetî ji aliyê HTŞ'ê ve ji çapemeniyê re hat pêşkêşkirin, piştî komkujiya elewiyan di nava tengasiyekê de bûn û di demekê de ku cîhanê dest bi gotina 'Nikarin Sûriyeyê bi rê ve bibin, ne guncaw in', hewl dan bi rêya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, QSD'ê û Rojavayê re qadeke meşrûbûnê ava bikin. Nûnerên herêmî yên hêzên navneteweyî yên ku ev pêvajo bi rê ve birin, ji bo parastina rejîma Şamê bi afirandina feraseta ku kurd û HTŞ li hev dikin, ketin nava tevgerê. Ev peyman bi xwe jî ji bo kurdan destkeftî dihewand, lê di dawiyê de mebest ev bû. Bi rastî jî piştî demeke kin DYA, ev hikûmeta nû damezrandî nas nekir û alayên ku nûnertiya wan dikir jî ji hemû saziyên xwe daxistt û dest bi bikaranîna alaya kevn kir û hin merc danîn. Got ku heta ev şert pêk neyên ew rêveberiya nû nas nakin. Bi kurtî, tiştekî teqez tune ye ku wê sibê li Sûriyeyê çi bibe û derfeta ku pêkhateya HTŞ ya niha ku li Şamê bibe desthilatdar, dijwartir xuya dike. Li dijî wan pêvajoyek heye. Divê zû veguhertinekê bikin, lê potansiyela wan a ku vê veguherînê pêk bînin tune ye.
ÎSTIQRAR ZEHMET E
Di nav HTŞ'ê de hevkariya 17-18 rêxistinên cîhadîst heye û gelek ji van rêxistinên cîhadîst têkiliya wan bi El Qaîdeyê re hene. Ji ber vê yekê derfeta wan nîne ku Sûriyeyeke demokratîk, Sûriyeyeke ku ji rêveberiyeke xweser an jî ji pêkhateyên federal pêk tê ava bikin. Ev tê wê wateyê ku divê em li Sûriyeyê di demeke kurt de li hêviya aramiyê nebin. Ev yek ji wan hesaban bû ku HTŞ’ê birin Şamê. Sûriyeyeke bêîstiqrar. Sûriyeyeke ku di nava xwe de têdikoşe, mîna Iraqê, dihat pêşbînîkirin. Ev ji bo ewlekariya Îsraîlê û ji bo ku Îsraîl serdestiya xwe ya li herêmê di demeke dirêj de bidomîne pêwîst bû. Ji ber vê yekê hêviya aramiya Sûriyeyê di demeke kurt de realîst xuya nake. Lê bi zextên navneteweyî bi taybetî Îsraîl, koalîsyon, DYA û bi îqnakirina Tirkiyeyê modeleke nû ya Sûriyeyê ku ji herêmên xweser an jî herêmên konfederal pêk tê li Sûriyeyê dikare were ceribandin. Lê hîn ne diyar e ku ev yek çiqasî dikare bimşe û dê çiqas bi îstîqrar be. Lihevkirin û daxuyaniyên ku hatine kirin bi rastî tu wateya wan nîne ji bilî hewldanên aliyan ji bo bidestxistina demê ji bo pêşerojê, bi kêmanî di vê qonaxê de.
KURD
Tişta ku hemû hêzên navneteweyî, Tirkiye jî di nav de, li Rojhilata Navîn a ku nû hatiye avakirin, fêm kiriye; di pêvajoya nû de heta ku rewşa kurdan zelal nebe îstiqrar çênabe. Pêvajoyên Îmraliyê divê di vê çarçoveyê de bên nirxandin. Mifteya xwedî gotinê li Rojhilata Navînê di destê kurdan de ye. Ji Îsraîl bigire heta DYA’yê ji çar aliyên cîhanê hêzên ku dixwazin bi kurdên Rojavayê re têkiliyên xwe pêş bixin û hevkariyê bikin hene. Kurd jî li hemberî vê rewşê xemsar nînin. Sûriye wê ji nû ve were guherandin, mijara yekîtiya kurdan di civakê de bûye daxwazek cidî. Bi taybetî derdorên ENKS’ê yên ku bi pêkhateya ku weke hikûmeta niştimanî ya Sûriyê tê pênasekirin tevdigeriyan, di kêliya dawî de ji aliyê wan koman ve hatin derxistin. Yanî tişta ku wan xeyal dikir, hêvî dikir ku em li Şamê hinekî giran bin, tiştek wê biqewime, pêk nehat û ev yek dîtin û eşkere bûn. Dixwestin bi Rêveberiya Rojavayê û tevgerên kurd ên li Rojavayê re têkiliyên xwe zêdetir bikin da ku bi lez ji vir derkevin. Di vê yekê de rola Başûrê Kurdistanê jî hebû. Piştre jî di 26'ê Nîsanê de li Qamişloyê konferansek hat lidarxistin û bi tevkariya hêzên navneteweyî û bi zextên ku di nava civakê de hesta yekîtiya neteweyî çêkiribû, li ser hevpariyên leşkerî lihevkirinek pêk hat. Û li ser vê peymanê konferansek hat lidarxistin. Ev dê di pêşerojê de veguhere çi? Dê bi tendurist bimeşe yan na? Pêşbînîkirina vê yekê zehmet e, lê înîsiyatîfeke bi niyeta baş e, an jî bi kêmanî ev konferans, her çiqas sembolîk be jî, di ragihandina yekîtiya kurdan û daxwazên wan ji cîhanê re xwedî roleke girîng e. Vê yekê heyecan û coşeke mezin ji bo kurdên çar parçeyên Kurdistanê li çar aliyên cîhanê çêkir. Di vî warî de, bandora wê pir girîng e. Lê belê ji ber ku karakterê hêzên heyî tê zanîn, hin fikar û fikarên wan jî tiştekî normal e.
KONFERANS
Her wiha mirov dikare vê konferansê wekî destkeftiya pêvajoya ku dimeşe were dîtin. Helbet afirandina vî ruhî pir girîng e. Di gengeşeyên li ser avakirina ruhê yekîtiya kurdên Rojava û 'Sûriyeyele çawa' di pêvajoya pêş de dê bi xurtî beşdar bibin. Di çarçoveya biryarên ku di konferansê de hatine gengeşekirin û girtin de wê hin danûstandin û nîqaş bên kirin. Komîteyên hevbeş dê bi Şamê re bêne damezrandin da ku li ser damezrandina pergala nû danûstandinan bikin. Daxwazên kurdan wê bi yek dengî bi rêya van komîteyan werin vegotin. Kurd Sûriyeyeke çawa dixwazin, daxwazên kurdan çi ne, ji bo Sûriyeyê bi giştî çi dixwazin, ev ê werin eşkerekirin. Dê hem di dîplomasî û hem jî di siyaseta civakî de ruhê yekîtiyê derkeve holê û daxwaz jî bi vî rengî werin vegotin. Helbet ji ber ku bi hev re tê îfadekirin dê bibe xwedî hêz. Bi rastî jî konferans bi xwe li her derê peyamek da. Û bertek jî dest pê kirine. Rêveberiya Şamê beriya niha jî ev yek wekî xetereya parçebûnê nirxandibû. Ev berteka Tirkiyeyê ye. Ji ber ku li Şamê îradeyek tam tune ye, îradeyek ku meriv cidî lê biniêre tune ye, bi vî awayî gotinên Şamê yên li dijî hemû daxwazên kurdan, daxuyaniyên Tirkiyeyê ne. Şam li derveyî Tirkiyeyê tu nêrînên xwe nîne. Şam tevî Tirkiyeyê îradeya ku tiştekî bibêje nîne. Di vî warî debê îrade ye. Tirkiye bi rêya wan li Sûriyeyê li hemberî kurdan siyasetê dike.
Lê geşedanên li herêmê wekî ku Tirkiye dixwaze pêş nakevin. Bi taybetî komkujiya elewiyan, helwesta Durzî, helwesta hemû derdorên ne cîhadî, di serî de jinan nîşan da ku Sûriyeyeke wekeî ku Tirkiye xeyal dike pêk nayê. Ev helwesta hevpar a hemû cîhanê ye. Li hemberî vê yekê ne hêz û ne jî îmkanên Tirkiyeyê hene. Xuya ye ku tu çareya wan ji bilî lihevkirina bi Îsraîlê re nemaye.”