STENBOL - Têkildarî encama “Komxebata di Pirsgirêka Kurd de Xwebêçekkirin”ê de ku Weqfa Aştiyê li dar xist, daxuyanî hate dayin. Di komxebatê de avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê û başkirina mercên Abdullah Ocalan derket pêş.
Weqfa Aştiyê, di 26’ê Nîsanê de li Stenbolê “Komxebata di Pirsgirêka Kurd de Xwebêçekkirin” li dar xist. Akademîsyen, nivîskar, rojnameger û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de gelek kes beşdar bûn. Têkildarî pêşniyar û daxwazên di komxebatê de derketin pêş, daxuyanî hate dayin.
Daxuyanî, bi sernavê “Daxuyaniya Komxebata Xwebêçekkirinê” hate dayin û wiha hate gotin: “Peyama ewil a herî xurt a di komxebatê de, girîngiya jiyanî ya ji bo pêşxistina hêviyeke herî biçûk a têkildarî aştiyê bû. Hat destnîşankirin ku ji bo her kes li gorî rûmeta mirovahiyê bijî, tekane rê israra di aştiyê de ye.”
‘JI BO AŞTIYÊ PEYWIRA HER KESÎ HEYE’
Sernavên di komxebatê de derketin pêş wiha hatin rêzkirin: “Ji bo pêvajoya çareseriyê bi ser keve, hewcehî bi îradeyeke xurt a siyasî û qanehkirina civakê heye. Ji ber ku dibe ji bo berterefkirina xetereyên derdikevin holê tu rêyên din nebin. Careke din hate destnîşankirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştiyê, erk û berpirsyartî dikevin ser milê hemû derdorên civakê û kesan. Pêvajoyên çareseriyê bêyî muxatab û bêyî muzakereyan nabin. Rê û rêbazên vê li gorî mercên her welatekî diguherin.
MERCÊN OCALAN
Di meseleya Kurd de, gavên divê hikûmet û tevgera Kurd biavêjin her kes pê dizane. Başkirina mercên Abdullah Ocalan û amadekirina zemîna ku bi awayekî çalak tev li kongreya PKK’ê bibe, weke rojeveke lezgîn derket pêş. Hat gotin ku ev mijar yek ji berpirsyartiyên hikûmetê ye. Ji hêla guhertinên di mewzûat û qanûnan têkildarî pêvajoyê de, bal kişandin ser rola Meclisê. Hat gotin ku pêdivî bi guhertina polîtîkayê û sererastkirinên di qanûnan de heye ku banga Abdullah Ocalan a ji bo civandina kongreya PKK’ê bikare cîbicî bibe. Yek ji van jî, sererastkirina ji bo ku kesên dev ji çek ber didin bikarin tev li jiyana civakî ya deokratîk bibin. Hewceye her cureyên tevgerên leşkerî û operasyonên di qada siyasî de demildest bên sekinandin.
HEWCEYE ZEMÎNA HIQÛQÎ BÊ AVAKIRIN
Hat destnîşankirin ku ji bo pêvajoya muzakereyê pêş bikeve û aştiya civakî pêk bê, hewcehî bi perspektîfa maf heye. Ev demekî dirêj e ji hêla mafên mirovan, demokrasî û serweriya hiqûqê de li Tirkiyeyê pirsgirêkên giran hene. Piştî pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an, dorpêça tundî û pevçûnan di nava civakê de rê li ber texrîbatên mezin vekir. Gumanên di nava civakê de yên ji bo pêvajoya heyî, bingeha xwe ji paşketina di mijarên mafên mirovan, demokrasî û qada hiqûqê de ye. Hewceye bendewariyên di nava civakê de çêbûyîn ber çavan were girtin û bêyî ku ecele were kirin, divê tavilê di qadên navborî de gavên başkirinê bên avêtin û ev yek mijareke girîng e. Di vê çarçoveyê de, hewceye li gorî tecrûbeyên berê, zemîneke hiqûqî ya pêvajoyê were avakirin, ji tecrûbeyên berê sûd were girtin. Ev mijar, mijarên herî lezgîn û girîng in.
DUDILIYA DI MIJARA DEMOKRATÎKBÛN Û AŞTIYÊ DE
Hate gotin ku nabe cîbibcîkirina maf û azadiyên weke tehliyekirina girtiyên nexweş, mafê hêviyê, azadiya xweîfadekirinê û hwd. bibe mijara muzakere û bazariyan. Zêdekirina piştevaniya hemû beşên civakê ya ji bo lêgerîna aştiyê û jiholêrakirina gumanên civakê, berpirsyartiya her kesî ye. Hewceye daxwazên kolanê jî berçav bên girtin û dudiliyên wek piştî aştiyê divê standartên demokratîk bên zêdekirin an jî heta standartên demokratîkbûnê bilind nebin aştî pêk nayê ji holê were rakirin. Hewceye feraseta ku hewceye lêgerîna aştiyê û xebatên demokratîkbûnê bi hev re bên kirin derkeve pêş. Di vê mijarê de di serî de partiya CHP, erk û berpirsyartî dikeve ser milê hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên maf û rûspiyên derdorên cuda yên civakê.
DIVÊ GOTINA ME JI BO AŞTIYÊ BE
Weke ku pêvajoya şer ku 40 sal in didome jî nîşanî me da ye, pirsgirêka Kurd; bandor li hemû qadên jiyanê û li hemû derdorên civakê kir û hêj dike. Pêşketineke pêvajoyeke têkildarî pirsgirêkeke wiha giran de bêguman nabe ku bi tena serê xwe were hiştin. Divê em gotinên xwe ji bo aştiyê bikin. Her wiha, di mijara civakîkirina pêvajoya aştiyê de hesta gel a mudaxilbûnê gelek girîng e. Beşdaran bal kişandin ser vê mijarê û gotin ku li gel vê, hewceye rêxistinên jinan, rêxistinên hiqûqê, rêxistinên mafên mirovan, saziyên medyayê jî erk û berpirsyartiya xwe bicih bînin û bi berpirsyartî tevbigerin. Hat gotin ku divê rewşa pêvajoyê baş were fêmkirin û her kes xwedî helwesteke ku pêvajoyê pêş dixe raber bike. Ev rastî, ji tecrûbeyên welatên din jî tê zanîn. Her wiha tê zanîn ku pêvajoyên çareseriya şer, pir hêdî û hesas pêş dikevin. Her tim xetereya ku pêvajoyên bi vî rengî têk biçin, hene. Lewma, hewceye kesên daxwaza aştiyê dikin, her gava tê avêtin bi nêrîneke ku berdewamiya pêvajoyê misoger dike binirxînin û veguherînin firsendê.”