NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzani di peyama sersaxiyê ya ji bo Sirri Sureyya Onder de got: “Wî beşeke mezin ji jiyana xwe ji bo xebatên siyasî û aştiyê veqetand û hewldanên wî yên ji bo çareseriyeke aştiyane li Tirkiyeyê hêjayî rêz û hurmeteke mezinin.”
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Cîgirê Serokê Parlamentoyê Sirrî Sureyya Onder, sersaxî ji partîya xwe re xwest.
Peyama Barzanî wiha ye: “Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan. Me bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiya navdar, siyasetmedar û Cîgirê Serokê Parlamentoyê Sirri Sureyya Onder bihîst. Endamê Şandeya Îmraliyê, Sirri Sureyya Onder’ê rehmetî, beşek mezin ji jiyana xwe ji bo hewldanên siyasî û aştiyê veqetand û hewldanên wî yên ji bo çareseriyeke aştiyane li Tirkiyeyê rêz û rûmeteke mezin heq dikin. Ez sersaxiyê ji malbat, xizim, heval, hevrê, rêveber û endamên DEM Partiyê û alîgirên Sırrı Sureyya Onderê rehmetî re dixwazim û êşa wan parve dikim. Ez ji Xwedayê mezin lava dikim ku bihuşteke berfireh bide giyanê wî û di her warî de aramî û serfiraziyê bide wî. İnna Lille ve İnna İleyhi Raciun (Em aîdî Xwedê ne û emê vegerin ba Wî).”