NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengtiya TAJÊ’yê li Şengalê bi dirûşma “Diyalogên bi jiyana azad re” hat lidarxistin.
Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de li Şengalê bi pêşengtiya “Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşma “Diyalogên bi jiyana azad re” semînerek hat lidarxistin. Semîner, li eywana Meclisa Gel a Şengalê hat lidarxistin. Hemû endamên saziyên girêdayî Rêvebiriya Xweser a Şengalê tev li semînerê bûn.
Endama Koordînasyona TAJÊ’yê Neam Bedel di axaftina de bal kişand ser êrişên dawî yên Iraqê yên li dijî YBŞ’ê û bi bîr xist ku di êrişa 18’ê Adarê de 3 endamên YBŞ’ê birîndar bûn, 5 şervan dîl hatine girtin û tu agahî jê nayên girtin. Neam Bedel, axaftina xwe wiha domand: “Em wekî civaka Êzîdî ev 11 sal in xwe bi fikrên Rêber Apo perwerde dikin. Lê hem dewleta Tirk hem dewleta Iraq êrişî destkeftiyên me dikin. Lê bedel çi dibe bila bibe em ê xwe li ser fikrê Rêber Apo perwerde bikin, xwe rêxistin bikin.”
‘JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTIYÊ DIVÊ EM BÊHTIR TÊBIKOŞIN’
Endama Dîplomasiyê ya TAJÊ’yê Suham Şengalî jî bal kişand ser kampanyaya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û got: “Ev kampanyaya di asta gerdûnî de, her ku diçe mezintir dibe. Pîştî van çalakiyan jî Rêbertiyê pêvajoyek da destpêkirin. Rêbertî dixwaze pîrsgireka Kurd di zemînek siyasî û hiqûqî de çareser bike. Lê dewleta Tirk di vê pêvajoyê de ji êrişê xwe yên li ser qadên gerîla berdewam dikin. Metirsiyên zêde li ser Rêbertiyê hene lewma kampanyaya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelek gîrînge. Ji bo vê divê em hîn bêhtir tev li van çalakiyan bibin. Kampanyaya TAJÊ’yê ya ‘Rêbertî bixwîne û bide xwendin’ ku demeke li Şengalê daye destpêkirin gelek girîng e. Divê em ji her demê bêhtir ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê têbikoşin.”
‘DIVÊ HER KES FIKRÊN RÊBER APO NAS BIKE’
Suham Şengalî, bi domdarî anî ziman ku fikrên Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzîdî vejîn e û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo me zayînek e. Lewma divê her kes fikrên Rêbertiyê nas bike. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî xebat bide meşandin. Civaka Êzîdî divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî ji herdemî zedetîr xebat bide meşandin. Ji ber em azadiya Rêber Apo azadiya xwe dîbînîn.”
Di semînerê de sînevziyona ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ hate pêşandan. Semîner, bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.