Kaytan û Altûn hatin bibîranîn: Weke Prometheusên serdemê jiyaneke nû afirandin

  • rojane
  • 14:58 13 Gulan 2025
  • |

ENQERE - Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Tuzluçayir a Enqereyê hatin bibîranîn. Di bîranînê de hate gotin ku Kaytan û Altûn dê di têkoşîna azadiyê de bijîn. Siyasetmedar Sebahat Tuncel, got: “Wan tovê jiyaneke nû reşandin.”

PKK’ê di danezana 12’emîn Kongreya xwe de ragihand ku ji kadroyên pêşeng ên partiyê Alî Haydar Kaytan di 3’yê Tîrmeha 2018’an de û Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest dane. Kaytan û Altûn, li Taxa Tuzluçayirê ya Enqereyê bi beşdariya gelek kesan hatin bibîranîn. 
 
Ji bo Altûn û Kaytan, li mala Altûn lê mezin bûbû û tevgera azadiyê aj dayî merasîma bîranînê hat lidarxistin. Xwişka Riza Altûn, Nûrhayat Altûn, xizmên Kaytan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, wekîlên DEM Partiyê, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî bîranînê bûn. Di heman demê de parêzer Ozgur Erol ku di serdana Îmraliyê de cih girtibû, siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel û Edîbe Şahîn û gelek Dayikên Aştiyê jî tev li bîranînê bûn. 
 
ÇERAX HATIN VÊXISTIN 
 
Li cihê bîranînê wêneyên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, qurnefîl û find hatin danîn. Her wiha ji bo ziyaretvanan lênûska bîranînê hate danîn. Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete Gulbang da. Ji bo Kaytan û Altûn çerax hatin vêxistin û klamên bi Kurdî û Tirkî hatin gotin.  
 
Piştre jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo wefata Kaytan û Altûn şandibû ji hêla parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol ve hate xwendin. 
 
JI BO GELÊN CÎHANÊ JIYANEKE BAŞ XWESTIN 
 
Siyasetmedar Sebahat Tuncel di bîranînê de got: “Wan ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gelên cîhanê, ji bo çînên bindest, jinan, kedkaran jî jiyaneke xweş xwestin. Tam jî li vir bi birêz Abdullah Ocalan re rêhevaltî kirin. Lewma navên Riza Altûn û Kaytan, lêgerîna wan a heqîqetê, rêwîstiya wan li vir gihişt hev. Ji ber ku ew ji bo tiştekî bi cisaret tevgeriyan. Li dijî polîtîkayên înkar, tunekirin û pişaftinê, wan jî mîna Rosa Luxemburg got; ‘Em hebûn, em hene, em ê hebin û ji bo vê jî em ê pêşeroja xwe ava bikin.’ Wan ew ji bo vê utopyayê bi dilwêrekî tevgeriyan. Wan, weke Prometusên serdemê jiyaneke nû afirandin.” 
 
‘TOVÊ JIYANEKE NÛ REŞANDIN’
 
Bi domdarî Sebahat Tuncelê got: “Têkoşîn û keda 50 salî, ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê, ji bo gelên Rojhilata Navîn kulîlkên jiyaneke nû vekirin. Dibe ku ji hêla fîzîkî niha ew ber bi heqiyê ve meşiyabin lê têkoşîn, ked, hewldan û fikrên wan mîna 52 sal berê tovê jiyaneke nû reşandin. 
 
YA KU DIKEVE SER MILÊ ME RÊSANDINA PÊVAJOYA NÛ YE
 
Pêvajoya ku jiyaneke nû hate ragihandin ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê watedar bû û bi bersiva PKK’ê ve teşe girt, hem ji hêla Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ve hem jî ji hêla gelên me ve tê wateya destpêkirina serdemeke nû. Peywira xwe niha dikeve ser milê me ew e ku em vê pêvajoya nû birêsin. Bikin ku civakî bibe. Di vê mijarê de berpirsyartiyên dikevin ser milê dewletê hene. Weke ku birêz Ocalan jî gotiye; divê dewlet veguhêze ser zemîna siyaseta demokratîk, pêşiya sosyalîstan û zemîna hiqûqî veke. Peywira dikeve ser milê me jî ew e ku em jiyana civakî, demokratîk, komunal û sosyalîst ava bikin. Ev, destpêkeke nû ye û serdema têkoşînê ye. Ew ê di têkoşîna me ya aştî û azadiyê de bijîn. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em aştiyê pêk bînin.” 
 
Piştre jî peyama Hayatî Kaytan û helbesta Alî Haydar Kaytan a “Akiş Sevîncî” hatin xwendin. Roja ewil a bîranînê bi pêşandana sînevîzyoneke ku Kaytan û Altûn vedigot bi dawî bû. Bîranîna li Tuzluçayirê dê sê rojan bidome. 
 

Sernavên din

10/06/2025
09:08 Welatiyên ji bo geştê çûn Zozanên Alandeştê: Bila qedexe bên rakirin
09:07 Xelkê Enqereyê: Ji bo aştiya civakî divê Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
09:06 ‘Fikrên Ocalan ji bo biryarên Kongreya NADA'yê bûn îlham’
09:04 ‘AKP polîtîkayên xwe yên malbatê li gorî pêdiviyên kapîtalîzmê amade dike’
09:02 Di şer de ji malbata xwe 4 kes winda kir: Tenê bi axaftinê aştî nabe
09:01 Lîsa Çalan: Di civakîkirina pêvajoyê de roleke mezin dikeve ser milê hunerê
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2025'AN
09/06/2025
16:39 Li Sêrtê kesek di êrişa çekdarî de hate kuştin
16:04 Li Xozatê li dijî madenan meş hat lidarxistin
15:44 Çelîk ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:19 Midaxileya Îsraîlê ya li dijî Madleenê sûcê li dijî mirovahiyê ye’
13:33 Di qezaya trafîkê ya li Îzmîrê de 5 kes mirin
12:42 Fîlozof Lowy: Fikrên Ocalan ên têkildarî dîrok û civakê pir xurt in
11:49 Der barê şewata li Amedê de geşedaneke nû
11:21 Ji Iraqê piştgiriya bo kampanyaya ‘Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’
10:48 Ocalan pênûs diyarî zarokan kir: Em jiyana nû ava dikin
10:32 Gel dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
10:02 'Behsa aştiyê dikin lê em hêj jî nikarin biçin gundên xwe'
09:54 Xwebûn bi manşeta ‘Perspektîfa serkeftinê’ derket
09:22 Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan: Bila MESEM bên girtin
09:00 Parêzer Rihan Gok: 10'emîn Pakêta Darazê hewcedariyan bi cih nayne
09:00 Endamê SYKP Tûrgan: Pêwîstiya rêxistinên çep bi nûbûnê heye
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:55 Ji Îmraliyê bo Akademiya Jineolojiyê name: Projeya min a nîvco maye, bi Jineolojiyê re meşiya
08/06/2025
17:29 Îsraîl ji bo keştiya alîkarî dibir Xazeyê kete nava tevgerê
16:54 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiya civakî em ê derî bi derî bigerin
16:07 Bakirhan li Qersê cejna welatiyan pîroz kir
15:45 Ji Ocalan peyama cejnê: Ez Cejna Qurbanê bêyî qurban li gelê me pîroz dikim
15:26 Dayikên Aştiyê: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
14:45 Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara yekemîn bi zarokan re hevdîtin pêk anî
14:41 Bîlançoya qezayên di 3 rojên cejnê de:26 mirî, 3 hezar û 590 birîndar
14:38 Malbatan ji bo cejnê serdana Îmraliyê kir
13:35 Berdana girtiyê 30 salî bi hinceta "rewşa wî ne baş e" hate astengkirin
09:03 Hejmara 119’emîn a kovara Jin weşiya
09:02 Doza êrîşa li dijî HDP'ê hat redkirin: Çek heye, lê gef nîn e
09:02 Bihuşta veşartî: Şikefta xwê
09:01 Li Wanê rez û baxçeyên 20 gundan ji ber nebûna avê ziwa bûn
09:01 Di xizmeta tenduristiyê de sîstemeke din pêkan e!
09:00 Alîkara Serokê Giştî yê EMEP'ê: Ti hinceteke hikûmetê nemaye
09:00 Li Mûşê dê Meclisa Jinê ya Bajar bê avakirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:50 Li Deryaya Marmarayê erdhej
08:33 Li Kolombiyayê, di êrîşa çekdarî de namzetê Serokkomariyê bi giranî birîndar bû
07/06/2025
16:53 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Dayikên Aştiyê
16:36 Ji bo girtiyên nexweş Ruzgar û Boran banga tehliyeyê
15:27 Pervîn Bûldan: Em ji pêvajoyê bawer in, ji ber ku Ocalan heye
15:16 Xizmên windayan: Bila hestiyên me bidin, bila goreke me hebe
15:16 Li Amedê hejmara kesên ji ber şewatê hatine binçavkirin derket 5'an
14:52 Hafiz Akdemîr dê li cihê ku hatiye qetilkirin bê bibîranîn
14:52 Dayikên Şemiyê: Me qet cejn pîroz nekir
14:41 AKP'ê DEM Partî ziyaret kir: Wê hiqûqa xwîşk/biratiyê bi hev re ava bibe
13:57 Li Dîlokê mirina bi guman a jin û zarokekê
11:29 Pîrozbahiya cejnê ya DEM Partî û MHP'ê: Cihê çareseriyê meclis e
10:31 33 sal derbas bûn: Kujerên Hafiz Akdemîr hê jî nehatine aşkerakirin
10:19 Destdirêjî li 3 xwendekaran kir: Ji ber sûcekî din hate girtin
09:57 Rêxistinên hiqûqî dê ji bo 'mafê hêviyê' serî li Konseya Ewropayê bidin
09:01 Jin dê vê havînê li dijî 'Sala Malbatê' xwe birêxistin bikin
09:01 Sezîn Ûçar a ESP'î: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê 'mafê hêviyê' pêk were
09:01 Dîmenên xweşik ên Çiyayê Gilîdaxê: Yên ku dibînin heyran dimînin
09:01 Bi dawîbûnek bû destpêka azadiya aboriya wê
09:00 Azmûn nêz dibin: Derfet wekhev nîn in, xeyalên ji bo çûyîna derveyî welat
09:00 Kana madena Olmez ê AKP'î zirarê dide tenduristiya welatiyan
09:00 ROJEVA 07'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:55 Şaredarê ku bi elektrîkê ket bi giranî birîndar bû
06/06/2025
16:57 Taziyeya kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan tê ziyaretkirin
16:35 Di arefeya cejnê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:55 Girtiyê 30 salî Kar hat berdan
15:09 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî şewatê lêpirsîn da destpêkirin
13:15 Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari pîrozbahiyên cejnê
12:11 Dr. Miley: Ji bo azadiya Ocalan divê pêşketin hebe
11:48 Li Colemêrgê goristan hatin ziyaretkirin
11:47 Li Eskişehirê ji bo xwendekaran lêpirsîna 'Îmamoglu'
11:35 Kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
11:35 Ji bo teqawitan cejn nîn e!
11:34 Welatiyên li Rihayê: Bi mafên wekhev jiyana bi hev re pêkan e
10:47 'Di Pakêta Darazê de wekhevî nîn e'
10:27 Ji ber zextên psîkolojîk ên şaredariyê civaknas nexweş ket
09:20 Bi navê 'malbata pîroz' êrîşên li ser mafên jinan
09:07 Ji Alain Baiou ji Ocalan re name: Em heta dawiyê li cem te ne
09:01 Girtiyên nexweş ên li Edene û Osmaniyeyê li ber mirinê ne
09:01 Soydan Akay: Divê berdêla çekdanînê aştî û avakarina civaka demokratîk be
09:00 ROJEVA 06'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:11 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
07:51 Hejmara kesên di şewata li Amedê de jiyana xwe ji dest dan derket 4'an
05/06/2025
17:44 Kesên ku di 5'ê Hezîranê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em dê aştî û demokrasiyê bînin
16:38 Li gelek bajaran serdana goristanan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:21 Der barê nexweşê şîzofrenî yê ku polîsan lê da bû û wî gilî kiribûn de biryar
16:14 Li Ebexê 'Bostanê Bajar a Jinan' hat vekirin
15:44 Di êrîşa Îsraîlê de 3 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan
15:38 Di êrîşên Tirkiyeyê de 2 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dan
15:32 Kampanyaya 'Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim' hat destpêkirin
15:25 Li Basayê nexweşiya tebekê
15:22 DEM Partî: Parastina xwezayê û civaka demokratîk hev temam dikin
14:48 Welatiyên teqawid: Aborî bi aştiyê baş dibe
12:50 5 şaredarên CHP'î ji peywirê hatin dûrxistin
12:09 Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê : Ji bo bicihatina biryaran pêwîstî bi siyaseta demokratîk û misogeriya qanûnî heye
10:47 Ji DEM Partiyê biryara '1950 civîn'
10:30 Ji DBP'ê têkildarî Qetlîama 5'ê Hezîranê daxuyanî
10:27 Li Çanakkaleyê bi pîleya 4.8 erdhej
09:07 31 sal in girtî ye ji ber ku negot 'ez bêalî me' serbestberdana wî 8 mehan hat taloqkirin