Geşedanên ku ji 27’ê Sibatê vir ve qewimîne

  • rojane
  • 11:30 14 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê û vir ve, hikûmet û dewletê li şûna avêtina gavên şênber 'bi tenê' xwestekên baş anîn ziman. Piştî ku PKK'ê biryarên xwe yên kongreya xwe di 12'ê Gulanê de aşkera kir, hemû çav li ser gavên ku dewlet biavêje ye. 

 
Piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de ji raya giştî re hat ragihandin, PKK'ê di 1ê Adarê de biryara agirbestê îlan kir û paşê di 12’ê Gulanê de encamnameya kongreya xwe ya 12’emîn aşkera kir.
 
Roja encamên kongereyê hat ragihandin serşêwirmendê Serokkomar Mehmet Uçum wiha got: “Ji bo Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê dike. Ji niha û pê ve pêşketin û xurtkirina demokrasiyê daxwaz û berpirsyariya her kesî ye, ji ber ku mecbûriyeta parastina serxwebûn, yekparebûna axa Tirkiyeyê û yekitiya siyasî ye. Bahaneya kesî nîne ku xwe vekişîne, dûr bisekine yan jî li hember bisekine. Em hemû bi hev re Tirkiye ne û divê êdî li her platformê û li her qadê em vê yekê weke hêza 86 mîlyonî nîşan bidin."
 
JI MUXALEFETÊ PEYAMÊN ERÊNΠ
 
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel di hesabê xwe yê medya sanal de daxuyanî da û wiha got: "Em hêvîdar in wê gavên pêwîst ên vê bangê ji aliyê aliyên pêwendîdar ve bên avêtin û terora ku bi sedema mirina deh hezaran û zerareke giran a aborî û civakî da, wê heta bi hetayê biqede. Bêguman pirsgirêk ne bi daxwazan, bi avakirina pêvajoyeke ewle û bi xebatan çareser dibin. Çareseriya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê tenê bi pêkanîna aştiya navxweyî mimkun e. Aştiya navxweyî ne bi pergaleke otorîter, lê li gorî rêgezên dewleta hiqûqê, dadmendiyê û wekheviyê pêk tê. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu, Serokê Giştî yê DEVA'yê Alî Babacan û Serokê Koma Yenî Yolê Bulent Kaya jî daxuyaniyên piştgiriyê dan bangê û ji bo çareseriya pirsgirêkê serî li Meclisê dan.
 
DAXUYANIYA BAHÇELÎ Û ERDOGAN 
 
Serokkomarê AKP'î Erdogan di bernameyeke 28'ê Sibatê de axivî û wiha got: "Bi însiyatîfa wêrek a hevalbendê me yê di Tifaqa Neteweyî de birêz Devlet Bahçelî ku bi helwesta me ya biryardar dest pê kir û bi pêş ve çû, hewldanên ji bo Tirkiyeyeke bê teror êdî gihîştiye qonaxeke nû. Derfet heye ku gaveke baş ber bi armanca hilweşandina dîwarê terorê ku di navbera biratiya me ya hezar salî de hatiye lêkirin, bavêje. Em di wê baweriyê de ne ku meşandina vê yekê bi rengekî aram, bi sebir û ji dil rêbaza herî bi bandor e. Yên ku naxwazin ev pirsgirêk bi rengekî mayînde û teqez çareser bibe, wê hebin. Em ê li dijî her provokasyonên ku dibe di vê pêvajoyê de derkevin holê hişyariya herî mezin nîşan bidin û hemû tedbîrên pêwîst bigirin. Piştî ku zexta çek û terorê bê rakirin, wê qada demokratîk a siyasetê bi awayekî xwezayî hîn bêhtir berfireh bibe."
 
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 1’ê Adarê de li ser hesabê xwe yê medyaya sanal parvekirinek kir û wiha got:  “Di rewşeke wiha aloz û kaotik de ji bo Tirkiyeyê firsendên dîrokî hatine bi destxistin. Di 27’ê Sibata 2025’an de daxuyaniya ku li Îmraliyê hatibû amadekirin û ji aliyê heyeta DEM Partiyê ve ji raya giştî re hat parvekirin ji serî heta binî daxuyaniyeke girîng e.” Bahçelî têkildarî biryara agirbestê ya PKK’ê jî wiha gotibû; “Daxuyaniyên ku tên dayîn bangewaziyê xurt û temam dikin, bêgûman kêfxweşî ye. Ger rêveberên rêxistina terorê PKK ên li Qendîlê li dora Îmraliyê bibin xelek û li banga 27’ê Sibatê xwedî derkevin ev helwesteke rêxistinî ye û ev ji bo me hemûyan tiştek bi xêr e.”
 
BAHÇELÎ ZIMANÊ XWE GUHERAND
 
Piştî vê bangê Devlet Bahçelî zimanê xwe jî guherand, di parvekirinên xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke 'rêberê damezrîner ê PKK'ê' nîşan da. Li ser bertekên li hemberî vê daxuyaniyê Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Îsmaîl Ozdemîr got, "Em qebûl bikin an jî qebûl nekin, ev rastiyeke teknîkî ye. Serokê giştî ev rastî anî ziman. Divê hin tişt ji aliyê Tirkiyeyê ve bên derbaskirin.”
 
ERDOGAN: PERGALA CÎHANA NÛ
 
Di 12’ê Adarê de li Meclîsê ji bo parlamenteran bernameyeke fitarê hat lidarxistin û Erdogan di bernameyê de têkildarî mijarê wiha got: “Ji bo Tirkiyeyeke bê teror di demeke kurt de hedef bê girtin, me pêşketineke girîng bi dest xist. Di 27'ê Sibatê de ji bo Tirkiyeyeke bê teror bendeke krîtîk bi awayekî serketî hat derbaskirin. Bêyî ku em zêde dirêj bikin, bêyî rê li ber tengezarî û provokasyonê vekin, ez bawerim wê encamên li bendê bûn zû bi dest bikevin. 
 
Her wiha Erdogan di 31'ê Adarê de li ser mijarê ev nirxandin kir: "Li şûna bêhêvitiyê, veguherandina vê bendewariyê di destê me de ye. Tirkiyeyeke bê teror, wê Tirkiyeyeke ku demokrasî bêhtir lê xurt dibe be. Di serdemeke wiha de ku pergaleke nû ya dinyayê teşe digire, pêkan e ku ev geşedan ji bo Tirkiyeyê veguherîne fersendekê.''
 
HEVDÎTINÊN BI PARTIYAN RE 
 
Di vê pêvajoyê de heyetek bi serokatiya Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, ji 10'ê Adarê û pê ve dest bi tûra duyemîn a hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî yên li parlamentoyê re kir. Heyet destpêkê li Meclîsê bi Partiya Kedê (EMEP) re hevdîtin kir û piştre bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel û Serokê Giştî yê DEVA'yê Alî Babacan re hatin cem hev. Heyetê di 12 'ê Adarê de bi Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Saadet û Partiya Gelecekê re hevdîtin pêk anî. Di 17'ê Adarê de bi delegasyonên AKP û MHP'ê re hevdîtin pêk anîn. Ji van hevdîtinan a herî girîng jî di 10’ê Nîsanê de bû ku Heyeta Îmraliyê bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin pêk anî û heyet ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan pêk dihat. Ev hevdîtin piştî 13 salan bû yekemîn hevdîtina rû bi rû ya bi Erdogan re.
 
Heyeta DEM Partiyê di 24'ê Nîsanê de bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kir. Heyeta ku di nav de Cîgirên Serokê Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî û Hevserokê Komîsyonê û Berdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan hebûn, li ser şert û mercên xebatê û tendirustiyê yên Abdullah Ocalan û her wiha pêşniyarên guhertina Qanûna Înfazê ya der barê girtiyên nexweş û kesên ku cezayên wan tên darezandin de civînek pêk anîn.
 
NÎQAŞÊN PIŞTÎ BIRYARA PKK'Ê
 
Komîteya Rêveber a PKK'ê ku ragihand ku wan kongreya xwe ya 12’emîn di 5-7'ê Gulanê de lidar xistin, di 12'ê Gulanê de bi deklarasyonekê diyar kir ku dawî li çalakiyên xwe anîn. Yek ji kesên ku bersiva vê daxuyaniyê da, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bû û wiha got: "Ez spasiyên xwe pêşkêşî rêberê damezirîner ê PKK’ê  Abdullah Ocalanê dikim ku di 27ê Sibatê de bi banga aştî û civaka demokratîk berpirsiyariya dîrokî hilgirtibû ser milê xwe, her wiha ji bo heyetên ku di navbera Îmralî-DEM Partî-Qendîl de trafîka ragihandin û danûstandinê pêk dianîn, spasiyên xwe pêşkêşî hevserokên DEM Partiyê û rêveberên wê û endamên parlementoyê dikim.”
 
Erdogan jî der barê mijarê de wiha got: “Me îro di pêvajoya Tirkiyeya bêteror de bendeke din a krîtîk derbas kir. Ji bo bigihêjin hedefera xwe ya Tirkiyeya bêteror em pêşdarazî û astengiyan ji holê radikin, xefikên fîtne û nifaqan xirab dikin û gavên bi xwe bawer dimeşin.” Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan jî vê yekê weke "biryareke dîrokî û girîng" bi nav kir. 
 
Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê yê di pêvajoya muzakereyên 2013-2015'an de li ser navê hikûmetê beşdarî hevdîtinên aştiyê bû Efkan Ala jî wiha got: "Di vê qonaxa girîng de wê mekanîzmayên li ser xebatên bên kirin û birêvebirina pêvajoyê bi awayekî guncaw werin xebitandin."
 
DAXUYANIYÊN MUXALEFETÊ
 
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel jî têkildarî mijarê wiha got: "Weke CHP em bi hevgiriyeke dîrokî piştgiriyê didin hewldanên aştiyê. Ji bo çareseriyeke berfireh a ku rizaya malbatên şehîdan, gaziyan û hemû şehîdan misoger bike, em bi hesta berpirsyariyê tevdigerin. Em balê dikişînin ser pêwistiya hemû rêziknameyên qanûnî yên ji aliyê demokratîkbûyînê ve bêyî derengmayînê di bin banê Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) de bên meşandin." 
 
Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî wiha got: "Hêvîdarim em vê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bikin."  Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Bûldan jî ev nirxandin kir: "Serdemeke ku em têlên bi dirik ji holê rakin û aştiyê tacîdar bikin serdemeke nû dest pê kir. xwezî Sirri Sureyya Onder jî ev roj bidîtan. Bila ser xêrê be." 
 
Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê DEVA'yê Alî Babacan jî daxuyanî dan û biryar wek erênî nirxandin. Serokê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş û partiyên sosyalîst jî diyar kirin ku ji bo pêvajo bi awayekî aştiyane bi encam bibe dê hewldanên wan berdewam bikin.
 
ŞERÊ PRATÎKÎ HAT JIYÎN 
 
Di pêvajoya ku di 1'ê Cotmeha 2024'an de destpê kir, di 27'ê Sibatê de gihîşt encameke nû û di 12'ê Gulanê de bi biryarekê dewam kir, di heman demê de hem ji bloka desthilatdariyê hem jî ji mûxalefetê daxuyaniyên erênî hatin. Yekane pêngava şênber a heta niha der barê pêvajoyê de hat avêtin, biryara PKK'ê bû. Ne Erdogan û ne jî Bahçelî der barê sererastkirinên siyasî û hiqûqî de tu gavên şênber neavêtine û êrîşên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê bê navber berdewam dikin. 
 
Li gorî daxuyaniya Navenda Têkiliyan a Çapemeniyê ya HPG'ê di navbera 1 'ê Adarê dema ku PKK'ê agirbest ragihandibû û 10'ê Gulanê de hem ji hewayî hem jî ji bejahî ve bi giştî 23 hezar û 914 êrîş li ser herêmê hatine kirin.
 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

13/06/2025
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne
13:56 Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
13:47 ÎSÎG: Di 12 salan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:38 Rojnameger Rahîme Karvar tehliye bû
13:25 Baroya Amedê: Hejmara zarokên karker ên qeydkirî derket nêzî milyonek û nîvê
12:08 Li Hindistanê balafira rêwiyan ket
12:02 Ferîdun Yazar li ser gora xwe hate bibîranîn
11:25 TAJÊ ji bo 19 jinên Êzidî ku hatibûn şewitandin name ji NY’ê re şand
10:37 DEM Partî: Peywira herî lezgîn avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye
10:33 Fransa: Me di navbera Tirk û Kurdan de navbeynkarî kir
10:10 Polîsên Iraqê avahiya Şaredariya Gel a Girzerikê desteser kirin
10:01 Ûkrayna û Rûsyayê cenazeyên leşkeran pevguhertin
09:29 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir
09:03 Bavê Dîlan Abay a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû: Ji bo aştiyê jidilbûn divê
09:02 Gel li dijî paketa darazê bi bertek e: Divê girtî bên berdan
09:01 Lousie Regan: Di rewşeke Ocalan di hefsê de zehmet e pêvajo pêş bikeve
09:01 Ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu bangewazî
09:00 Xwezayeke bêhempa: Karer
09:00 Li gundan piştgiriya ‘bişert’ a bi pêvajoyê re
09:00 Jiyana girtiyê nexweş Îlyas Arat di talûkeyê de ye
09:00 Bavê Rozerîn a li Sûrê hatibû qetilkirin: Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2025'AN
11/06/2025
16:47 Di balafira Pegasûs a ku diçû Amedê de nêzikatiya nijadperestî: Bi Tirkî biaxivin
16:34 DEM Partî amadekariya çûyîna Îmraliyê dike: Dibe ku partiyên cuda jî biçin hevdîtinê
15:21 Di lêgerîna petrolê ya li Gabarê de karkerek bi giranî birîndar bû
14:46 Rapora PRIO’yê hişyar dike: Şer giran dibin, dinya parçe dibe
14:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kirin: Girtiyê nexweş tavilê berdin
14:25 Îsraîlê Filistîniyên li benda alîkariyê qetil kir
13:44 Li Şirnexê kesek li ser giliyê ‘tecawizî zarokan kiriye’ hate binçavkirin
13:05 ÎSÎG: Di Gulanê de herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 DEM Partî bi rojeva 'pêvajoyê' civiya
12:17 Ji bo meşa li dijî tiryakê banga tevlibûnê: Em bi hev re biguherînin
12:08 Xizmê girtî: Ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin
11:46 Li 3 şaredariyan hilbijartin hat kirin: GOP kete destê AKP’ê
11:32 Zeynel Kete: Sosyolojiya Elewiyan û modela ‘civaka demokratîk’ pir dişibin hev
10:52 Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
10:46 Li Los Angelesê qedexeya derketina derve hate ragihandin
10:41 Li Kolombiyayê êrişên hemwext: 7 kes mirin, 50 kes birîndar bûn
10:30 Çiyayên Pasûrê bi rengên çîçekan xemilîn
10:25 Karkerên ku di bin tavê de 12 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
10:02 Gundekî di bin dorpêça leşkerî de: Li Wergenimayê bêhn girtin jî qedexe ye
09:56 7'emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
09:41 Yazmaci: Ji bo berdana girtiyên nexweş pêdivî bi qanûnê nîne
09:24 Bi Mîhrîcana Boreka Kurd ve banga xwedîlêderketina çandê
09:06 Serlêdanên ji bo 7’emîn Pêşbirka Nivîsandina Lîstikên Kurdî dest pê kirin
09:04 Xelkê Amedê: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Ocalan azad be
09:04 Li gundê Ewrekê bihara dereng: Bi xweşikiya xwe mirovan mest dike