AMED - Serlêdana ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ve li dijî biryara 'rawestandina biryara' ya der heqê plana îmarê ya parselan de hat redkirin.
Li taxa Seyrantepeyê ya navçeya Yenîşehîra Amedê di 3’yê Adara 2023’an de parselên bi hejmara 38 û 42’an ji statûya 'park û qada bê plan' ji bo 'saziya fermî û qada daristanî' hatin veqetandin. Guhertinên ji bo avakirina avahiyek polîsan hatin kirin bû sedema bertekan. Odeya Plangerên Bajêr (ŞPO) ya Şaxa Amedê ku girêdayî Odeyên Yekitiya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) e, di 13'ê Adara 2024'an de bi daxwaza 'rawestandina biryarê' û 'betalkirina plana îmardê' dozeke îdarî vekir.
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê der barê serlêdana ŞPO’yê serî li 2’emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê da. Emniyetê îdia kir ku cihê Midûriyeta Şaxa TEM'ê ya li bajêr "li cihekî guncaw nîne." Emniyetê diyar kir ku parselên mijara gotinê ji bo avahiya Narkotîk, Emniyet û Şaxa TEM'ê bi hev re bin cihek ‘guncav’ e.
BIRYARA 'DARIZANDINÊ'
Dadgeha Îdarî di 14'ê Hezîrana 2024'an de biryara 'rawestandina biryarê' da. Di biryara li hevkirinê de hat ragihandin ku li gorî rapora pisporan plana nû 17 hezar û 810,54 metreçargoşe qad kêm kiriye. Di biryarê de hate destnîşankirin ku ev plan ne li gorî 'rêgezên plansaziya bajaran, plansaziya esas û berjewendiya gel e'. Her wiha diyar kir ku ti pêwendiya xwe bi 'hiqûqê û mewzuatê' re nîne û hişyarî da ku dikare rê li ber 'tedawiyek zehmet an jî zerarên nepêkan' veke.
NERAZÎBÛNA LI SERLÊDANA POLÎSAN
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê di 9'ê Cotmeha 2024'an de li dijî biryarê serlêdana îtirazê kir. Dadgeha Îdareya Herêmê di 30’ê Nîsanê de li ser îtîraza polîsan biryar da. Dadgehê biryar da ku ti encameke hiqûqî ya ku pêwîstî bi betalkirina biryarê hebe nîne. Dadgehê bi dengdanê serlêdana polîsan red kir.
MA / Mujdat Can