KOCAELÎ - Siyasetmedaran diyar kirin ku ew ê têkoşîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bidomînin û pêvajoya weke guherîn û vguherîn pênase dikin, berpirsyartiyê dixe ser milê hemû civakê.
PKK’ê di danezana 12’emîn Kongreya xwe de ragihand ku ji kadroyên wê yên pêşeng Alî Haydar Kaytan di 3’yê Tîrmeha 2018’an û Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest daye. Piştî daxuyaniyê, ji bo Kaytan û Altûn li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatin lkidarxistin.
Aktîvîsta TJA’yê Damla Bagci, Hevseroka DEM Partiyê ya Gebze ya Stenbolê Melîke Aydin û Hevserokê HDP’a Kartepeyê yê berê Reîs Guden diyar kirin ku têkoşîna her du kadroyên pêşeng bandoreke mezin li wan kiriye û têkildarî biryarên kongreyê yên PKK’ê de axivîn.
‘TÊKOŞÎNA WAN MÎRATEYA ME YE’
Damla Bagci, da zanîn ku 5 salan tevî xwişka Altûn Nûrhayat Altûnê di heman girtîgehê de û salekê jî li heman odeyê ma ye û di wê pêvajoyê de gelek bîranînên der heqê Altûn de guhdarî kiriye. Damla Bagci, ji bo wefata her du kadroyên pêşeng got “Bi rastî jî mirov dibêje qey parçeyek ji laşê mirov qut bûye” û wiha pê de çû: “Min gelek zêde li çîrokên heval Riza guhdarî dikir. Lewma di min de rê li ber valahiyeke mezin vekir. Min got qey parçeyek ji laşê min qut bû. Kevneşopiya malbatê, mala wan cihê rêxistinkirina partiyê bû, ji malbatê gelek kes şehîd bûne û ev tevek bandorê li mirov dikin. Xwezî ev roj jî bidîta. Hêj gelek tiştên divê bên kirin hene û mirov xwe kêm hîs dike. Lê têkoşîna wan ji me re mîrate ma. Ev dilê me rehet dike. Kaytan û Altûn demekî pir dirêj têkoşiyan û ev bandorê li mirov dike. Şehadeta wan bandor li gelê me kir. Helbestên heval Alî Haydar, nêzikatiya wî di dilê her kesî de cih girtin.”
‘DIVÊ GAVÊN DEMOKRATÎK BÊN AVÊTIN’
Damla Bagci, anî ziman ku PKK piştî banga Abdullah Ocalan ketiye pêvajoya guherîn û veguherînê û wiha axivî: “Divê her du alî gavan biavêjin lê dewletê hêj tu gav neavêtiye. Pêdivî bi gavên demokratîk heye. Divê girtiyên nexweş û yên siyasî bi sererastkirinên qanûnî bên berdan. Naskirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û mafên din, divê di van mijaran de gavan biavêje.”
BERPIRSYARTIYA JINAN A DI PÊVAJOYÊ DE
Damla Bagci, bi lêv kir ku serdema nû rêya komara demokratîk vedike û got: “Ev pêvajo, berpirsyartiyeke mezin dixe ser milê jin û ciwanan. Em di pêvajoya avakirinê de ne. Anîna aştiyê erka me ye. Divê em jin ji bo aştiyeke herî xweşik, mezinkrina vê hêviyê bên gel hev û bixebitin. Hêviya me heye.”
Reîs Guden jî bi lêv kir ku ew di qonaxeke dîrokî de ne û biryarên PKK’ê tên wê wateyê ku banga Abdullah Ocalan cihê xwe dîtiye. Guden, diyar kir ku PKK li dijî neçareseriya pirgirêka Kurd e û wiha got: “Ji bo çareseriyê jî divê hemwelatiya wekhev hebe û zextên li dijî Kurdan bên bidawîkirin. Weke civak em di nav hevd de ne. Em cîranên hev in, li heman kolanê dixebitin. Divê em civakê ji tirsa dabeşbûnê ya 100 salan tê domandin rizgar bikin û divê qebûl bikin ku em jî hevparên vî welatî ne. Heke her kes rêzê ji hiqûqa hev re bigire dê li holê pirsgirêk nemîne. Ya din dê bi sererastkirinên qanûnan çêbibe.”
Guden, got ku ew ji ber wefata Kaytan û Altûn gelek xemgîn e û ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoya têkoşînê de me gelek kes, hevrêyên xwe yên pir biqîmet winda kirin. Ev mirov xemgîn dike. Ji bo kêmtir winda bikin divê em bêhtir têbikoşin.”
MÎRATEYA TÊKOŞÎNÊ DÊ BIDOME
Melîke Aydin jî bi bîr xist ku Altûn û Kaytan zêdetirî 50 sal in pêşengtiya têkoşînê dikin û wiha got: “Me gelek dixwest ku Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan rewşa bidestxistina statuyê ya gelê me bidîtina. Ji ber ku ji roja avakirina partiyê heta niha tê de cih digirtin. Li rexekî em ji ber wan gelek xemgîn in û li hêla din jî em ê têkoşîna wan bidomînin. Em ê mîrateya têkoşînê ya wan ji me re hiştî bidomînin.”
Melîke Aydin, got ku gel ji ewil bi hestiyarî nêzî banga Abdullah Ocalan bûye lê piştre piştgirî daye van biryaran. Melîke Aydin, diyar kir ku ji ber pratîkên berê gel ji dewletê bawer nake û ji bo ev rewş ji holê rabe jî divê dewlet gavan biavêje.
MA / Melîk Çelîk