NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wêneyên peykê re talana xwezayê ya li Çiyayê Gabarê hatiye kirin derket holê. Guherîna di nava 2 salan de li Gabarê çêbûyî, asta texrîbata li herêmê hatiye kirin jî radixe ber çavan.
Xwezaya erdnîgariya Şirnexê zêdetirî 5 sal in di bin çavdêriya leşkeran de û bi destê cerdevanan ve tê talan û wêrankirin. Bi taybet jî li çiyayên Cûdî û Gabarê û li Herêma Bestayê hêj jî bênavber dar tên birîn û gelek qad veguherînê çolê. Li herêmên ku dar lê tên birîn û ji salên 90’î heta niha têketina wan qedexe ye, di bin çavdêriya leşkeran de tenê cerdevan û kesên girêdayî wan dikarin têkevinê.
LI HERÊMÊN QEDEXE LÊ DIDOME QIRKIRINA XWEZAYÊ
Walîtiya Şirnexê jî her 15 rojan carekê van herêmên dar lê tên birîn û lêgerîna petrolê lê tê kirin weke “herêmên ewlehiyê yên demkî” radigihîne. Di van 2 salên dawî di bin navê lêgerîna petrolê de qirkirina daran tê kirin. Dînamîtên li herêmên tên teqandin û darên tên birîn, gefeke mezi li ser jiyana zindiyên li herêmê dixwein. Her wiha kaniyên avê ziwa dibin an jî qirêjî dibin. Ji ber bîrên petrolê, kalekolên nû tên avakirin û rêyên ji bo baregehên leşkerî, bi deh hezaran dar tên birîn. Her wiha li herêmê bi hinceta xebatên çêkirina rêyê dînamîtên bi sedan kîlo tên teqandin.
WÊNEYÊN PEYKÊ YÊN ÇIYAYÊ GABARÊ
Talana xwezayê ya li Gabarê di wêneyên peykê de jî derketin holê. Dema mirov li wêneyên me bi dest xistin dinihêre, 2 sal berê li quntar û lûtkeya çiyê tu texrîbat xuya nake. Lê belê dema mirov li wêneyên peykê yên sala 2025’an dinihêrê, tê dîtin ku tu devereke çiyê yê nehatiye texrîbkirin û kolandin nemaye. Li gundên Zivîng, Xurs, Hirareş, Basrê, Miştexan, Dêrşew, Spivyan, Deştalala, Meydîn, Aşilme, Berêmîrê, Şerefiyê, Ziving, Germê, Dêra, Ewên û Bênatê yên li quntar û lûtkeya çiyê ne, di bin navê lêgerîna petrolê de qirkirina daran hatiye kirin. Têketina sivîlan a van gundên behsa xeberê, ev 35 sal in qedexe ye. Heta ku “destûra taybet” neyê standin, mirov nikare biçe van gundan. Dema li wêneyên peykê yên gundên behsa xeberê tê nihêrtin, rewşa metirsîdar a texrîbatê jî derdikeve holê.
DÎNAMÎTÊN TÊN TEQANDIN
Di wêneyên peykê yên 2 sal berê de ev gund tevek daristan xuya dikin lê niha veguherîne çolê.
MA / Dilgeş Ruvanas