STENBOL - Der heqê rojnamevan Yildiz Tar a di lêpirsîna HDK'ê de girtî ye biryara tehliyeyê hat dayîn.
Edîtora KaosGL.orgê Yildiz Tar di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de di 18'ê Sibatê de ji mala xwe ya li Enqereyê hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Li gel sererastkirinê biryara berdanê hatiye dayîn. Tê payîn ku Tar îro ji girtîgehê bê berdan.