NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca bi rayedarên desthilata Şamê re hevdîtin pêk bîne çû Şamê.
Di çarçoveya hewldanên ji bo pêkanîna bendên peymana 10’ê Adarê ya ku di navbera fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî de hatibû îmzekirin, îro şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ber bi Şamê ve bi rê ket.
Şande ji endamên komîteya ku 12’ê Nîsanê hatibû avakirin pêk tê; Foza Yûsif, Ebid Hamid El Mihbaş, Ehmed Yûsif, Senherîb Bersûm, Sozdar Hacî û berdevkên komîteyê Meryem Îbrahîm û Yasir Silêman.
Serdana şandeyê ya ji bo Şamê piştî 3 hevdîtinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Hevdîtina yekemîn di 19’ê Adarê de, ya duyemîn 12’ê Nîsanê û ya dawîn jî hefteya borî pêk hatibû.
Çav li rê ye ku şandeya Rêveberiya Xweser îro danê êvarê bi rayedarên desthilata Şamê re hevdîtinê bike.