ENQERE - DEM Partiyê ji bo sererastkirina di dema Covîd-19’ê de ketibû meriyetê di 10’emîn Pakêta Darazê de cih bigire pêşnûme da Meclisê û pêşnûme bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin.
10’emîn Paketa Darazê ku bi îmzeya AKP’ê pêşkeşî Meclisê hate kirin û MHP’ê jî piştgirî da, li Komîsyona Edaletê ya Meclisê hate qebûlkirin. DEM Partiyê, ji bo sererastkirina di serdema Covîd-19’ê de derketî û pêşiya tehliyeya 90 hezar girtî û hikûmxwaran vekiribû dîsa bikeve meriyetê, pêşnûme pêşkeşî komîsyonê kir. DEM Partiyê di pêşnûmeyê de xwest ku girtiyên siyasî jî daxilî vê sererastkirinê bên kirin.
Dîlan Kunt Ayan a DEM Partiyî têkildarî pêşnûmeyê axivî û got ku ew piştgiriyê didin vê sererastkirinê lê bi şertê ku ji bo her kesî derbasdar be. Wekîlê DEM Partiyê Onur Duşunmez jî anî ziman ku sererastkirina behsa xeberê ya di halê hazir de di meriyetê de li gorî cureyên sûc cihêkariyê dike û ev yek jî l dijî rêgeza wekheviyê ye. Parlamenter Newroz Uysal Aslan jî got ku sererastkirina heyî li dijî rêgeza wekheviyê ye û xwest were berfirehkirin.
Pêşnûmeya DEM Partiyê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin.