WAN – Rojek berê Cejna Qurbanê li Wanê mezada ajalan sekan e. Ji ber qeyrana aboriyê bazirganên ajalan kar nekirine û dibêjin: “Dê aborî tenê bi aştiyê ve baş bibe.”
Welatiyên ku rojek berê Cejna Qurbanê hatin Mezada Ajalan a Wanê, ji ber qeyrana abaoriyê daxwazên xwe dabîn nekirin, bazirganê ajalan jî tu firotan nekir. Bihayê pez ji 10 hezar heta 17 hezar LT diguhere û bihayê dewaran jî di navbera 250-300 hezar LT diguhere.
Welatiyan diyar kirin ku dê aborî tenê bi aştiyê ve baş bibe û ji bo gavavêtinê bangî dewletê kirin.
‘FIROTAN NABE’
Bazirgan Hîkmet Aslan diyar dike ku ajala sal çûyîn bi 15 hezar LT difrot îsal bi xisarî 17 hezar LT difroşin. Aslan wiha axivî: “Em mehane 80 hezar LT didin şivab. Di karê ajaldariyê de em xisar dikin. Li gorî sala çûyîn me biha zem nekirî lê tevî vê yekê jî nayê firotin. Ji ber pirsgirêka guharan em nikarin herin derveyê bajêr. Em narin loma firotan jî çênabe. Divê ji bo mazata vir jî guhertin çêbibe. Li her bajarî serê mazatan girtî ye li vir vekiriye. Em di havînê de ne û ajal nexweş dikevin.”
‘GER GIRTÎGEH VALA BIBIN DÊ ABORÎ BAŞ BIBE’
Aslan diyar dike ku aborî tenê bi aştiyê ve baş dibe û wiha axaftina xwe domand: “Niha pêvajoyek heye em ji pêvajoyê bawer in lê divê dewlet gavên samimî biavêje. Gava ewil jî divê ji berdana girtiyan ve dest pê bike. Li girtîgehan ji ber sedemên siyasî bi hezaran girtî hene. Girtî divê bene berdan û vegerin ser karen xwe. Heta dewlet gavek neavêje em hêvîdar nabin. Ev yek jî dê aboriyê dîsa xerabtir bike. Ger girtî bên berdan dê abarî baş bibe. Di vê pêvajoyê de divê em bi hevûdin bawer bin.”
‘ÎSAL ME TU KAR NEKİR’
Bazirganê ajalan Mûgdat Gur, diyar dike ku îsal tu zem nekirine û bihayê êm du qat zede bûye û wiha axivî: “Ji ber zêdebûna bihayê êm me qet kar nekirî. Ger wiha dewam bike em ê dev ji ajaldariyê berdin. Em gelek ked didin vî karî lê kar nakin. Ajalên ji derveyî welêt tînin firotina me asteng dike. Me zem nekirî lê bihayê ku mişterî dixwazin gelek kêm e. Em 6-7 mehan ajalan xwedî dikin, çewalek êm bi 600 LT ye. Bihayê çêlekan di navbera 250-300 hezar e lê nayê firotin.”
‘EM HEQÊ KEDA XWE NASTÎNIN’
Nadîr Şakaran rave dike ku berê mirovan bi erzanî ji xwe re qurban dikirîn û qurbanên biha di destê wan de dime û Şakaran wiha dibêje: “Kesên tên vir xizan in. Nikarin bi mûçeya kêmtirîn hem danûstandina cejnê bikin û hem jî qurban bikirin. Sala borî ji îsal çêtir bû. Her sal firotina qurbanan dikeve. Ajalên ku me ji havînê de xwedî dikin di destê me de man. Bihayê guhar 300 LT ye, em nikarin ajalên xwe bibin bajarên dîtir. Em gelek ked didin lê heqê keda xwe nastînin.” Şakaran li ser pêvajoyê wiha got: “Em ji pêvajoya aştiyê pir bi hêvî ne. Ger pêvajoya aştiyê baş derbas bibe e em dizanin dê gelek tişt baş bibin. Lê wekî em dixwazin rêvenaçe lewra desthilat gav neavêje. Ger desthilatê jî gav biavêta û girtiyên siyasî berda dê hêviyên me zede biba.”
‘HETA EV DESTHILAT HEBE EM NIKARIN ÎBADETA XWE JÎ BICIH BÎNIN’
Salîh Acar ê ku hatiye ji bo kirîna qurbanê diyar dike ku maeşê wî 1 hezar e lê bihayê qurbanan 15 hezar in. Acar rave dike ku sala borî bi alikariya zarokên xwe ve qurban daye îsal ji ber ku alîkarî nestandî nikare qurban bide. Acar axaftina xwe wiha didomîne: “Li vir tenê qelabalixek ziwa heye. Heta ev desthilat hebe em Misliman em ê nikaribin îbadetê xwe jî pêkbînin. Perê Tirk nirx winda dike, zêr, dolar her roja zede dibe. Lîtreya benzînênê bûye 50 LT. Ji bo başbûna vê rewşê aştî şert e, lê ev 2-3 meh in desthilatê gav neavêtî. Ger desthilatê gav biavêta em ê ji gelek qeyranên wek enflasyonê xilas bibana.”