NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşa balafirên bê mirov ên Îsraîlê ya li ser Xezayê de 3 rojnamevan hatin kuştin.
Îsraîlê li dijî Nexweşxaneya El-Ehlî ya Ereb a bajarê Xezayê êrîşeke bi karanîna dronekê pêk anî. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fîlîstînê (WAFA), rojnamevan Îsmaîl Bedah, Suleyman Haccaj û Semîr El Rîfaî ji ber êrîşê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha Îmad Dalul jî bi giranî birîndar bû.
Rêvebirê nexweşxaneyê di hevpeyvînekê de ligel kanala El Cezîre dîyar kir ku ew bombardimana 8'emîn e ku Îsraîlê li ser nexweşxanê pêk aniye
Li gorî Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, ji destpêka şerê li Xezayê û vir ve, zêdeyî 200 rojnamevanên Fîlîstînî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin.