WAN - Li navçeya Qelqelî ya Wanê mînîbusek û motorsîklêtek li hev qelibîn. Di qezayê de 2 ciwanên li motorsîklêtê siwar jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Qelqelî ya Wanê mînîbusek û motorsîkletek li hev qelibîn. Li gorî agahiyên li ber dest; qeza li Taxa Astecoyê di saetên nîvro de çêbû. Di encama qezayê de 2 ciwanên li motorsîklêtê siwar jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên ciwanên jiyana xwe ji dest dayin ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê. Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.