Perîşan Ozlu ku di şer de 2 zarokên xwe winda kir: Em bi Ocalan re ne

  • rojane
  • 09:00 11 Hezîran 2025
  • |
WAN  - Perîşan Ozlu ku hevjînê wê di îşkenceyên giran ên dewletê û kur û keçeke wê jî di şer de jiyana xwe ji dest dan, diyar kir ku tevî ewqas êş û zilmê jî ew aştiyê dixwazin û ew bi Abdullah Ocalan re ne. 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. PKK’ê jî li ser bangê 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara bidawîkirina xebatên xwe da. Ev geşedan, ji bo demokratîkbûn û bêpevçûniyê weke gaveke girîng hatin nirxandin û gelek derdoran piştgirî dan. Herî zêde jî malbatên di şer de xizmên xwe winda kirin piştgirî dan. 
 
Perîşan Ozlu ku di dema şewitandina gundan de hevjînê xwe û di pêvajoya piştre de jî 2 zarokên xwe di şer de winda kir, piştgirî da pêvajoyê. 
 
HEVJÎN Û 2 ZAROKÊN XWE WINDA KIR
 
Perîşan Ozlu, li mezraya Binevşê ya gundê Bilehê ya Colemêrgê dijiya û piştî ku di sala 1994’an de mezraya wan ji hêla dewletê ve hatî şewitandin, koçî navçeya Artêmetanê ya Wanê kir. Di dema serdegirtina gund de hevjînê wê rastî îşkenceyên giran hat û felc bû. Demekî kin piştre jî jiyana xwe ji dest da. Kurê Perîşan Ozluyê yê bi navê Ferman Ozlu (Mazlum Mamxurî) di sala 1994’an de tev li refên PKK’ê bû û di 6’ê Îlona 2010’ê de li Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Keça wê Kader Ozlu (Rûken Mamxurî) jî di 17’ê Hezîrana sala 2017’an li Botanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. 
 
NEHEQÎ Û ZILM QEBÛL NEKIRIN 
 
Perîşan Ozluyê diyar kir ku zarokên wê ji ber zextên dewletê tev li refên PKK’ê bûne û got: “Kurê min Mazlum ji ber îşkenceyên dewletê li bavê wî kirin tev li PKK’ê bû. Keça min jî ji birayê xwe bandor bû û tev li bû. Kurekî min jî hate girtin û 15 salan di hefsê de ma. Zarokên min ji ber îşkenceyên giran ên dewletê bi serê me anîn berê xwe dan çiyayên azad ên Kurdistanê. Zarokên min neheqî û zilm qebûl nekirin. Me tu caran li dijî zilm û neheqiyê xwe bêdeng nekir û serê xwe netewand. Ez her tim bi têkoşîna zarokên xwe serbilind im.” 
 
Perîşan Ozlu, da zanîn ku pergala cerdevaniyê ya dewletê qebûl nekirine lewma gundê wan hate şewitandin û got: “Ji ber vê jî em hatin Wanê. Kurê min Mazlum 20 roj piştî hatina me tev li PKK’ê bû.” 
 
'EM BI ABDULLAH OCALAN RE NE’
 
Perîşan Ozlu, got: “Her tim zext li ser me hebû. Êşên dewletê bi min daye kişandin dê tu caran ji bîr nekim. Ev êş dê her bimînin. Lê tevî vê jî aştiyê diparêzin. Tevî ewqas êşan jî aştiyê diqîrim. Birêz Ocalan tu caran bi şer û rijandina xwînê re nebû.” Perîşan Ozluyê got ku ew piştgiriyê didin “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” û ji destê wan çi were ew amade ne û got: “Em birêz Ocalan re ne. Em bi aştiyê re ne.” 
 
'BILA ŞER XELAS BIBE’
 
Perîşan Ozlu, xwest dewlet gavan biavêje û axaftina xwe wiha qedand: “Bila êdî xwîn nerije. Ev ax têrî me hemûyan heye. Heke aştî çêbibe em dixwazin dîsa vegerin gundên xwe. Tenê ji ber ku me cerdevanî qebûl nekir, tu êş neman ku bi me nedan jiyîn. Heke budçeya ji bo şer tê veqetandin ji aboriyê re veqetînin dê krîza aborî bi dawî bibe. Dê gund ji nû ve bên avakirin û wê demê dê çandinî û ajalvanî pêş bikeve. Heke şer xelas bibe dê yekitî çêbibe. Divê gelên Kurd û Tirk piştgiriyê bidin aştiyê û xwedî li pêvajoyê derkevin. Tevî pêvajoyê jî rewşa şer didome. Çiyayên Kurdistanê bombebaran dikin. Bila bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin.” 
 
MA / Ozlem Yacan - Rûken Polat 
 

Sernavên din

15/06/2025
09:05 Li Edeneyê posterê Abdullah Ocalan hate hilayistin
09:03 ‘Divê dewlet bi lezgînî gav bavêje’
09:02 Di dema agirbestê de birayê wî jiyana xwe ji dest da: Êrîş baweriyê kêm dike
09:01 ROJEVA 15’Ê HEZÎRANA 2025’AN
14/06/2025
16:53 Êrişên Îsraîlê berdewam in: 3 zanyar hatin kuştin
16:35 PJAK’ê der barê Îranê de daxuyanî da: Azadî di têkoşîna demokratîk a gel de ye
16:01 Li Pirsûsê ji bo Altûn û Kaytan merasîma bibîranînê li dar ket
15:32 Bayindir: Bila dewlet dev ji helwestên êrişkar berde
14:46 Li Îzmîrê agir bi daristanê ket
14:27 Dayikên Şemiyê aqûbeta Nûrettîn Çûr pirsîn
14:21 Girtiyê ku tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin tehliye bû
14:17 Ji bo jinên girtî kartên piştgiriyê
14:06 Çalakiya KHK: Divê li welat aştî pêk were
13:54 Ji xizmên windayan banga ‘rûbirûbûnê’
13:09 Îran: Beşdariya me ya guftûgoyan ne diyar e
13:01 Şenyaşar hatin bibîranîn: Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin
12:51 Di êrîşa li dijî Tebrîzê de 2 fermandarên Îranê hatin kuştin
12:42 Bakirhan: Hevdîtina Ocalan a bi lîderên Kurd re dê pêvajoyê xurt bike
11:56 Serokê komeleyê di êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest da
11:44 Li Îranê Serfermandarê Giştî yê Artêşê hate tayînkirin
11:38 Li Şirnexê li hemberî îstîsmara zayendî bertekên hevpar: Bila kiryar bên cezakirin
11:20 Îranê Tengava Hurmuzê girt
11:18 Serokên Baroyên 15 bajaran ji bo rojevê dê biçin Enqereyê
10:59 Gerry Adams piştgirî da Ocalan: Azadiya wî mijareke jiyanî ye
10:41 Dê Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz bê lidarxistin
10:32 Welatiyên Tirkmen pêvajo nirxandin: Em bi Abdullah Ocalan bawer in
10:30 Dr. Yildiz Onen: Divê mafên penaberan bên qebûlkirin
09:41 Wesayîta karkeran qeza kir: 20 karker birîndar bûn
09:34 Welatiyên Mexmûrê piştgirî dan banga Ocalan: Divê firsend ji dest neçe
09:34 Îranê bi fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir
09:02 Welatiyên Dêrsimê: Bila êrîş rawestin, meclîs komîsyonê ava bike
09:01 Di vê pêvajoyê de azmûna desthilatdariyê: Rêveberiyên herêmî
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2025'AN
13/06/2025
22:49 7’emîn Rojên Ma Musicê di roja 2’yan de domiya
22:34 Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
22:25 Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
22:12 Êrişên Îsraîlê didomin: Li Tehranê dengê teqînan
22:02 Reyhan Hacioglû ji girtîgehê derket: Dê li cihê min hiştibû bidomînim
21:53 DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê
21:48 Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
21:41 Enqere bi rojeva êrişên Îsraîlê civiya
21:33 Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
21:18 Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser daxwaza Îranê dê îro bicive
17:59 Êrişên li dijî Îranê: 78 kes mir û 329 kes birîndar bûn
17:55 KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da
16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne